Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e 2023-10-13 10:05:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Armîta Garawandî (16) ya ji ber ku serê xwe negirtibû û red kir, bi êrişa Gaşt e Îrşad re rû bi rû ma. Li nexweşxaneyê tedawiya wê didome û hat zanîn ku rewşa wê hê jî krîtîk e.    Li paytexta Îranê Tahranê Armîta Garawandî ya 16 salî ji ber ku serê xwe negirtibû û red kir, bi êrişa Gaşt e Îrşad’ın (Dewriyeyên Rehber) re rû bi rû ma. Ew bi xedarî birîndar bû û ji bajarê Kirmanşahê ye. Niha ew li nexweşxaneyê tê tedawîkirin û tê gotin ku nema ew bigihîje rewşa xwe ya berê.    Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê; tîma tenduristiyê ya Nexweşxaneya Fecr a li Tahranê ji malbata Armita Garawandî re rewşa tenduristiya wê ragihandine. Garawandî 12 rojan li unîteya lênêrîna awarte hat tedawîkirin û ji ber ew entube bûye, girêdayî cîhaza bêhngirtinê dijî. Hat diyarkirin ku kesî nagirtin beşa ku Garawandî lê razandiye.