Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû 2023-10-13 10:04:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Balefirek bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê Wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di êrişê de jinek birîndar bû.    Balefirek bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir. Xelkê Mexmûrê berê xwe dan cihê buyerê û kom bûn.    Li gorî nûçeya RojNewsê; di êrişê de Ayşe Muhammed Ahmed (50) birîndar bû. Vê carê jî xelkê berê xwe da ber nexweşxaneyê.    Hat diyarkirin ku şandeyek ku ji rayedarên Iraqê pêk tê ji bo lêkolînê bike, gihîştiye cihê bûyerê.    Di 7’ê cotmehê de jî balafira bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê dîsa mizgefta Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bombebaran kiribû. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûbûn. Her wiha xaniyên derdorê xesarek mezin dîtibûn.