Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn 2023-10-13 09:39:33   RIHA - Li Rihayê otobusa rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn û di encama qezayê de 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.    Li ser rêya bejahiyê ya navçeya Wêranşara Rihayê otobusek rêwiya û otomobîlek li hev qelibîn û di encama qezayê de 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn. Ev otobusa rêwiyan ji Eskîşehîrê diçû Mêrdînê û li Duçerxa Eyyup Nebî ew û otomobîlê li hev ketin û paşê otobus qelibî.    Rêwiyên otobusê Hilve Kiliç (66) û kesek navê wî/wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran rakirin nexweşxaneyên li Riha û Wêranşarê.    Hat zanîn ku ji birîndaran rewşa 2 kesan xedar e.