Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye 2023-10-13 09:12:20     EDENE - Bi ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû re 9 sal derbas bûn, lê di dosyeyê de hê jî tu pêşketin çênebûne. Serlêdana parêzeran a li AYM'ê jî 2 sal in nehatiye bersivandin.    Xebatkarê Azadiya Welat (bi KHK'ê hatiye girtin) Kadrî Bagdû di 14'ê cotmeha 2014'an de gava li Taxa Ovayê ya semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi duçerxa xwe rojname belav dikir, endamên DAIŞ'ê ew qetil kiribûn. Lê belê dosyeya lêpirsînê ya Bagdû 9 sal in wekî berê ye û heya niha ji kiryaran yek jê jî nehatiye darizandin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, ji bo dosyeya Bagdû gotibû "ne bûyereke terorî, bûyereke edlî ye" û dosyeya wî daxilî nav a kiryar nediyaran kiribû. Çendî ku di sala 2016'an de Servet Koç ê DAIŞ'î bi dîmenan û bi nivîskî awayê pêkanîna cinayetê vegotibû jî, lê dîsa jî di dosyeyê de tu pêşketin çênebûn.    Ji ber vê parêzerê malbata Bagdû Tûgay Bek bi hinceta "lêpirsîneke çalak nehatiye kirin" 2 sal berê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Lê belê AYM'ê hê jî der barê serlêdanê de biryarek nedaye.    Parêzer Bek, rewşa dawî ya lêpirsîna cinayeta Bagdû nirxand. Bek diyar kir ku dosyeya cinayetê di nava yên kiryar nediyar de ye û got ku çendî dozgerî û midûriyeta polîsan dizanin ku Bagdû ji aliyê kîjan hucreya DAIŞ'ê ve hatiye qetilkirin û ev kes kî ne jî, bûyer ji roja ewil ve wekî bûyereke edlî û hisûmetê tê nîşandan. Bek destnîşan kir ku Bagdû di çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê de hatiye qetilkirin û got ku di heman rojê de Ahmet Albay û Yûsûf Gulduren jî ji aliyê hema hucreya DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin.    ‘NEXWESTIN KIRYARAN TESPÎT BIKIN'   Bek diyar kir ku roja bûyerê tu qeydeke kamerayan der barê kiryaran de tune ye û got: "Lê ev ne tiştekî qanehker e. Ev kes, miheqeq di kamerayekî ewlehiyê de asê mane. Lê em wiha difikirin ku ji ber atmosfera siyasî ya wê demê nexwestine kiryaran tespît bikin. Em rengvedana atmosfera siyasî ya wê demê niha jî dibînin. Tişta balkêş jî cinayeta Ahmet Albay û Yûsûf Gulduren jî wekî cinayetên bi fermana HDP'ê hatibin kirine hatine nîşandan. Lê gava mirov li naveroka van lêpirsînan mêze dike, jixwe ve jî di dema DAIŞ'ê de hatine eşkerekirin. Servet Koçê ku ev cinayet kirin û paşê çû tevlî nava refê DAIŞ'ê bû, gava li Sûriyeyê bûye deîmenek girtiye û ji bo vê cinayetê li xwe mikur hat. Diyar kir ku wî ev tişt kirine."    'ÎTIRAFKAR DI BOMBEBERANÊ DE MIR'   Bek anî ziman ku paşê îtirafkarê DAIŞ'î Servet Koç di êrişeke hewayî ya TSK'ê de hatiye kuştin û got: "Lê belê em wiha difikirin ku kesên DAIŞ'î yên ji xeynî Servet Koç, ên daxilî nava van kiryaran bûn nehatin eşkerekirin. Ger kiryarên DAIŞ'ê yên wê dmeê bihatana eşkerekirin piştî vê bi salekê dê li Pirsûs, Amed û Enqereyê komkujî çênebûna. Ji ber ku lêpirsîneke çalak nehat kirin, wlehiay welatiyên me jî nehat parastin."    Bek da zanîn ku serlêdana wan a li Dadgeha Detsûra Bingehîn jî 2 sal in nehatiye bersivandin û got ku ji ber pêwendiya desthilatê bi DAIŞ'ê re heye ev cinayet nayê çareserkirin.    MA / HamdUllah Yagiz Kesen