Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin 2023-10-12 20:49:05   NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî, got ku Tirkiye çavkaniyên bingehşn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtine.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji AFP'ê re axivî. Ebdî bilêv kir ku ji ber ku Tirkiyeyê gelek santaralên enerjiyê û binesaziya gazê hedef girtine zêdetirî nîviyê tesîsên petrol û ceryanê zirar dîtine û got ku helwesta DYA'yê ya li hemberî êrişan qels e. Ebdî got: "Hêzên DYA'yê çalakiyên xwe bi parastina mewziyên xwe sînordar kir. Ji bo rawestandina êrişan tu tişt nekirin."    Ebdî diyar kir ku Tirkiye ji bo pêşî li ber çavkaniyên wan ên dahatê û pêşketina QSD'ê bigire binesaziya herêmê û xizmet û çavkaniyên herêmê hedef girtine û got: "Rasterast QSD'ê hedef negirtin, lê çavkaniyên bingehîn ên herêmê hedef girtin. Hêzên heyî yên li herêmê; DYA, koalîsyona navneteweyî û Rûsya, divê pêşî li van êrişan bigirin û ji bo jinûveavakirina van tesîsan alîkariyê bikin."