Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin 2023-10-12 16:23:55     ŞIRNEX - Ji ber biryara qedexeya Walitiya Şirnexê, kevneşopiya hezar salî jî hat astengkirin.   Li bajarokê Gundikêmelê yê bi ser navenda Şirnexê ve ku her sal di 12'ê cotmehê de kevneşopiya hezar salî ya “Ziyareta Kevera Mardivî” tê lidarxistin, bi hinceta biryara qedexeya Walitiyê, hate astengkirin. Her sal îro bi sedan kes di seatên serê sibê de berê xwe didin goristanê, ji miriyan re duayan dikin. Her wiha jin di beroş û sîtilan de xwarinên bi herî tam çêdikin û li xelkê diçûn ser ziyaretê belav dikirin.    Lê belê kevneşopî, îsal ji ber qedexeya Waliya Şirnexê, hate astengkirin.