Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin 2023-10-12 12:55:15   STENBOL - Di danişîna 4’emîn a doza rêveber û hevserokên GOÇÎZDER’ê lê tên darizandin de ji bo mutalaya derbarê esasê de bê amadekirin dosya pêşkeşî serdozgeriyê hate kirin.    Danişîna 4’emîn a Doza derbarê 23 kesên negirtî tên darizandin de ku endam û rêveberên Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER) jî di nav de hatiye vekirin, li Kampusa Girtîgeha Sîlîvrî ya Marmarayê hate lidarxistin. Parêzer û 2 endam û rêveberên tên darizandin beşdarî danişînê bûn. Ji bilî parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) gelek hiqûqnas jî beşdarî danişînê bûn.    MUTALA DÊ BÊ AMADEKIRIN   Di danişîna bi tespîta nasnameyan dest pê kir de şahid hatin guhdarkirin. Pişt re ji bo muzakereyan navbereke kurt dan danişînê.    Dadgeha ku piştî navberê biryara xwe aşkere kir, biryar da ku qedexeya derketina derve ya derbarê kesên tên darizandin de hatibû dayîn bidome, daxwaza parêzeran a neguhdarkirina şadihan red kir û ji bo mutala bê amadekirin dosya pêşkeşî dozgeriyê hate kirin.    Danişîn jî taloqî 5-6-7-8-9’ê sibatê hate kirin.