Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e 2023-10-12 09:06:08   STENBOL - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencus diyar kir ku Tirkiyeyê bi destûra DYA'yê êriş birine ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û got ku bi vê armanc sînordarkirina hêza kurdan e, lê belê ev ne pêkan e.    Piştî çalakiya 1'ê Cotmehê ya li dijî Midûriyeta Polîsan a Giştî ya Tirk, Tirkiyeyê careke din li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kir. Di êrişan de ku ji 4'ê Cotmehê dest pê kirin dibistan, nexweşxane, tesîsên ceryan, av û petrolê û gelek avahiyên xizmetê hedef hatin girtin. Di êrişan de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di dema êrişên li ser ROjavayê de rageşiya di navbera Îsraîl-Filîstînê de jî careke din rû da û Hamasê di 7'ê Cotmehê de êriş bir ser Xazeyê. Wezareta Tenduristiyê ya Xazeyê daxuyand ku 78 jê zarok 413 kes di êrişên Îsraîlê de mirine û 2 hezar û 300 kes jî birîndar bûne. Çapemeniya Îsraîlê jî daxuyand ku di êrişan de herî kêm 700 îsraîlî mirine û 2 hezar û 150 kes jî birîndar bûne.    Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencus êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şerê di navbera Îsraîl û Filîstînê de nirxand.    Rencus anî ziman ku Tirkiye bi salan e êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got: "Kengî li Tirkiyeyê êrişeke 'teror'ê çêbibe, dibêjin 'ji Sûriyeyê hatiye' û êriş dest pê dikin." Rencus êrişa 13'ê mijdara 2022'yan a li Taksîmê bibîr xist û got ku wê demê jî rayedarên desthilatê gotin 'êriş ji aliyê Efrînê ve pêk hatiye' û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtine. Rencus wiha domand: "Piştî êrişa Enqereyê civîna ewlehiyê hat çêkirin. Piştî civînê gotin 'em ê terorê biqelihînin' û li hemberî Rojavayê dest bi êrişan kirin. Di êrişan de binesaziya herêmê hedef hat girtin; tesîsên petrol, ceryan û enerjiyê hedef hatin girtin. Êriş didomin. Du roj berê dîsa qadên sivîlan û karkerên li nav zeviyan hedef hatin girtin û gelek kes jiyana xwe ji dest dan."    PEYAMA AMERÎKA   Rencus ku got êrişên Tirkyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destûra Amerîkayê tên kirin, got ku Amerîka hê jî xwe li ber vê li nedîtinê daniye. Rencusê destnîşan kir ku gefa êrişan bi dawî ne bûye û got: "Amerîka SÎHA'ya Tirkiyeyê xist û got, 'A rast me ev wekî gefxzwarinekê dît, lewma me ew xist.' Bi vê re nîşan da ku li cem Tirkiyeyê ye. Lê di heman demê de jî xwedî wesfeke şiyarkirinê bû, ji bo sînordarkirina operasyonan."    LI HERÊMÊ TIŞTA TÊ ARMANCKIRIN ÇI YE?   Rencus anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişa li dijî merasîma mezûniyetê ya akademiya leşkerî ya li bajarê Hûmûsê girêdayî hev in û got ku her du êriş jî projeya "dîzaynkirinê" ne. Rencus wiha pê de çû: "Beriya ehr tiştî nêzîkbûna Rûsya û Tirkiyeyê, heya cihekî bi dilê DYA'Yê bû. Lê belê piştî ku Tirkiye di şerê Rûsya û Ûkraynayê de baêalîbûna xwe parast û têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re domand û bêtir xwe nêzî Rûyayê kir, ev yek li hesabê DYA'yê nehat. DYA'yê destsûra da Tirkiyeyê ku êrişî hêzên kurdan bike ku da Tirkiye hinekî din nêzî NATO'yê bibe. Ger DYA tifaqa xwe ya bi Tirkiyeyê re ber bi NATO'yê ve bibe, dikare di warê sînordarkirina qada QSD'ê de têkiliya mutefîkî deyne. Ji lew re Tirkiye dixwaze kurdên li ser xeta Barzanî serwerê sînor bin û bandora YPG'ê bişikîne. Lê ev yek niha ne pir pêkan e. Ji lew r eli wir pergaleke ku xwe disipêre hêza xwe ya xweserî û tenê ji şervanên kurd pêk nayê heye."    ŞERÊ ÎSRAÎL-FILISTÎNÊ   Rencus bal kişand ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê jî û wiha got: "Gava şerê Sûriyeyê dest pê kir, kesî ji bo wan dîmenên hov deng jixwe dernexist û hinan jê gotibû 'ev dorpêçkirineke şoreşgerî ye.' LÊ gava dîmenên hovîtiyê yên milîtanên DAIŞ'ê hatin belavkirin, hat derpêşkirin ku ev hovîtî şoreşa SÛriyeyê temsîl nake. Na, ev şoreşa Sûriyeyê bi xwe bû ev barbartiya radîkal. Û karaktera selefî di destpêkê de nehat dîtin. Ez ê niha hevşibiya wê ya bi êrişa Xazeyê re dyenim. Li Xazeyê Hamas çi be, DAIŞ jî ew e. DAIŞ çi be, Hamas jî ew e. Ji lew re em di warê bîrdozî de em pratîkên li SÛriyeyê yên bîrdoziya ÎHVA'yê baş dizanin, ev nayê înkarkirin. Tu kes nikare vê hovîtiya Hamasê ya li ser bedena jin û zarokan wekî tiştekî mafdar bide der."    MA / Esra Solîn Dal