Piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2023-10-11 17:28:40 AMED- Bahrî Dag ku di sala 1993'yan de hatibû girtin, piştî 30 salan ji girtîgeha Xarpêtê derket.   Bahrî Dag ku di 11'ê Cotmeha 1993'yan de li gundê Kurdoxlî yê Bismila Amedê hat binçavkirin û paşê hat girtin û bi îdiaya "xerakirian yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn, piştî 30 salan îro ji Girtîgeha Hejmara 2'yan a Xarpêtê derket. Dag, li ber girtîgehê ji aliyê xizmên xwe û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin. Dag bi dorê li Êlih, Amasya, Amed, Elbistan, Midyat, Ordû, Sêwreg, Cirnê Reş û Xarpêtê di girtîgehê de maye.    Dag ku di 25 saliya xwe de hat girtin û di 55 saliya xwe de hat berdan, piştî ji girtîgehê derket tevî xizmên xwe ber bi Bismila Amedê ve bi rê ket.