Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike 2023-10-11 16:52:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Celal TalAbanî destnîşan kir ku bi gef, zext û dronan diyalog ligel dewleta tirk nayê kirin û got: “Hinek daxwazên Tirkiyeyê hene ku ne maqûlin, em tu carî pêk bînin.”   Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talabanî di panelek li ser sîstema siyasî û dewletsaziyê ya li Iraqê ku li Hewlêrê pêk hat de, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê.    Serokê YNK’ê Talabanî diyar kir ku ew nikare biçe Tirkiyeyê, ji ber ku bê sedem, li balafirxaneya Erbetê 3 qehremanên hêzên YNK’ê hatin şehîdxistin. Bafil Talabanî got: “Hinek daxwazên Tirkiyeyê hene ku ne maqûlin, em tu carî pêk bînin.”   'ÇARESERIYA LI GEL TIRKIYEYÊ ZEHMET E'    Talebanî behsa daxwazên Tirkiyeyê kir û wiha axivî: “Talabanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Çareserî bi Tirkiyê re zehmet e. Pêşî min henekî got naçim Tirkiyê lê bi cidî naçim Tirkiyê. Niha nikarim herim Tirkiyê. Tirkiye bê sebeb û bê dialogek 3 hevrêyên min yên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirin li Erbetê şehîd kir. Divê têkîliyên me bi Tirkiyê re baş bin û em dixwazin ku baş bin. Lê pirsgirêka me ew e ku nêrînên me cuda ne. Nêrînên me yên li ser Rojava cuda ne. Em tiştekî dibînin, ew tiştekî din dibînin. Pêywendiya me ya li gel PKK’ê weke ku ew behsê dikin nîn e. Çend sazî hene li Silêmanî, ji me re dibêjin wan saziyan bigrin. Lê ew sazî fermî ne û heqê me yê ku em wan bigrin nîne. Bi Tirkiyê re dikare diyalog çêbe, lê kurd bi zext û înadê nayên rê. Em bi zextê tiştekî nakin. Eger her sibe rabim dronek ser serê xwe bibînim nabe. Divê em bi guftugo tiştan hal bikin. Lê eger ku ew ne amade bin rûnin û biaxivin ee em çi bikin? Em ji bo hemû guftugoyek amade ne, di hêla PKKê de jî dikarin bibin alîkar. Her alî dikare bibe alîkar, PDK jî dikare bibe alîkar. Çend sal berê niha dema şerê DAIŞ’ê kak Mesûd hat Mexmûrê spasiya wan kir. Ez jî li wir bûm û min dît.   'ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ HÊCET IN'   Talabanî bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û got: "Êrişên dewleta tirk yên ser Herêma Kurdistanê hêcet in, çareseriya pirsgirêka kurd bi diyalogê tê kirin. Bi zextan pirsgirêk nayên çareserkirin. Ez dema siharê radibim, balafirek bêmirov li ser serê min digere. Em dixwazin pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.”