Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin 2023-10-11 15:06:46   ENQERE - Siyasetmedara Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de der barê îdiayên li ser xwe de axivî û got: “Daraz ne muxatabê min e, siyasetmedar muxatabê min in. Ez ewlada vî gelî me, jinek kurd im. Bi salane em li dijî tunehesibandinê têdikoşin.”    Rûniştina sêyemîn a danişîna 36’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Hinek siyasetmedarên li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Hinek siyasetmedar ji girtîgehên lê tên ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Gelek kes jî beşdarî danişînê bûn û doz şopandin.    Siyasetmedar Ayla Akat Ata ya girtî tê darizandin parastina xwe ya duh nîvco mayî domand.     ‘MUXATABÊ MIN SIYASETMEDAR IN’    Ayla Akat Ata diyar kir ku ji bo wan xweseriya demokratîk xwestiye bi îdiaya “rêvebera rêxistinê” tê darizandin û got: “Operasyonên demekê yên di bin navê ‘KCK’ê de gelo di arşîvên dewletê de wek ‘doza kumpasê’ cih nagirtin. Îro jî heman kumpas tê birêvebirin. Gelek îfadeyên min di dosyeyê de wek ‘sûc’ cih digirin. Gotinên min ne sûc in. Gelo wê ev kumpasên der barê me de heya ku bidomin? Em ji ber xwesteka xwesweriya demokratîk tên darizandin. Ji bo me ev dosye wê bibe dosyeyek dîrokî û jixwe niha jî dîrokî ye. Hûn dibin sedem ku ev dosye bibe dosyeyek dîrokî. Ev zîhniyet bû sedem. Muxatabê min ne daraz e, siyasetmedar bi xwe ne. Ez ewlada vî gelî me û jinek kurd û ji nav gelê xwe me. Bi salan e em li dijî tunehesibandinê têdikoşin.”    Şandeya dadgehê li ser xwesteka Akata Ata navberek da danişînê.