5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê 2023-10-11 15:05:35   AMED - Şêniyên gundê Kabê ya bi ser navçeya Sûrê ve ji ber 5 roj in ava wan hatiye birîn, rê li trafîkê girtin.   Xelkê gundê Kabê yê bi ser navçeya Sûra Amedê ve 5 roj in bêav man e. Şêniyên taxê bi Midûriyeta Avê ya Şaredariya Amedê (DÎSKÎ) re hevdîtin kirin. Lê ji hevdîtinê tu encam derneket. Li ser vê yekê şêniyên gund, rêya sereke ku diçe gund li trafîkê girtin.    Şêniyên taxê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku bi salan e heman pirsgirêk û tişt tên serê wan û şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de pirsgirêka ava wan çareser nake.    Şêniyên taxê demek çalakiya xwe ya rêgirtinê domandin û ji ber ku demkî av hat berdan, çalakî bi dawî bû.