Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin 2023-10-11 14:31:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrikê û Kobanê 12 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir ên Ewlekahiya Hundirîn ên di bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de hatibûn kuştin, bi merasîmên girseyî hatin veşartin.    Cenazeyên endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir ên Ewlekahiya Hundirîn Ednan Yûsif, Silêman Enter, Xwînrêj Temê, Mûaz Eta, Ehmed El Xidir, Mihemed El Eswed, Ebdulezîz Elî, Yezen El Keço, Mihemed Xalid û Ebdulwahid El Ehmed îro (11 Cotmeh 2023) li Goristana Şehîd Xebat Dêrik merasîmek bi heybet hat lidarxistin.   Bi hezaran şêniyên herêma Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer ji bo veşartina cenazeyan ji serê sibehê ve li pêşiya nexweşxaneya Wetanî ya Dêrîkê kom bûn. Girseya gel li vir cenazeyên 10 şehîdan bi berzkirina dirûşmeyan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Pakrewangeha Ş. Xebad Dêrik.   Karwanê cenazeyan ji aliyê sedan kesan ve bi berzkirina dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Li vir ji bo 10 şervanan merasîm hat lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, wêneyên Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, wêneyên 29 şervanan hatin hildan.   Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ebêd axivî û anî ziman ku bi vê sekna gelê xwe û hêza ewlekariya hundirîn wê bibin şervanên dijî komploya li ser gel tê meşandin. Hesen Ebêd got: “Em ê destkeftiyan biparêzin. Berxwedaniya vî gelê pîroz ku ji mirinê natirse îradeya xwe û hêza xwe ji şehîdan digire.”   Şewirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl jî destnîşan kir ku helwesta li Dêrîkê tê nîşandan encama şerê gelê şoreşgerî ye û wiha domand: "Ev hêz dagirkeriya Tirkiyeyê dihejîne. Em pişta xwe nadin tu hêzan. Hêza me ya herî mezin a gelê me û şervanên me ye.”   'TOLHILDAN ERKA ME YE'    Endama Rêveberiya Giştî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dilêr Temo jî diyar kir ku wê tola hevrêyên xwe rakin û wiha axivî: “Ev êriş tu carî îradeya me naşkînin, berevajî wê hêza me xurtir dikin, têkoşîn û berxwedaniyê zêde dike. Di encama êrişê de 29 lehengên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rihekî fedayî xebat didan meşandin. Li hemberî êrişên ser herêmê ev hevalên me xwedî helwest û bersiv bûn. Rojeke bi êş e, lê tolhildan erka me ye. Em vê jibîr nakin û em ê tolê rakin.”   Piştî axaftinan wesîqeyên 10 şervanan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.   Di dawiya merasîmê de cenazeyên Xwînrêj Temê, Ednan Yusif, Silêman Enter û Muaz Eta li ser milan birin nava pakrawangeha Şehîd Xebat Dêrîk û spastin axê.   Cenazeyên Ehmed Qemar El Xidir, Mihemed Salim El Eswed, Ebdulezîz El Osman Elî, Yezem Xidir Elgico, Mihemed Melê Ehmed Xalid jî ji bo ku bispêrin axê ber bi Pakrawengeha Şehîd Uqab El Eswed a Til Koçerê ve hatin rêkirin û li vir hatin veşartin.    Cenazeyê Ebdulwehad el Ehmed li Pakrawengeha Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê hat veşartin.    KOBANÊ   Bi hezarên şêniyên bajarê Kobanê, navçeya Eyn Îsa, Minbic û endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên herêma Firatê tev li merasîma cenazeyên Elî Mihemed Osman û Orhan Hisên Miho yên ku di êrişa Tirkiyeyê de ya li ser akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê de ya li navçeya Dêrikê li kantona Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dabûn.   Di destpêka merasîma ku li Goristana Şehîd Dicle hat lidarxistin de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê herêmê koçber bike. Hêzên navneteweyî li hember van êrişan dûrûtiyê dimeşînin. Em dê li ser soza xwe bin ku me daye şehîdan. Em dev ji xeta berxwedanê ya me ji şehîdan girtiye, bernadin û fedakariyên wan wisa vê berdêl namînin.”   “HEWL DIDIN PROJEYA ME BI BIN BIXIN”   Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Kobanê jî got: “Îro, roja berxwedanê, roja fedakariyan û fedaîtiyê ye. Roja ku ders bidin dagirkeran ku ev xwediyên vê axê hene û wê diparêzin, gelê wê yek in û projeya wan a demokratîk heye ya ku li pêşiya komployên derve û êrişên dewleta Tirk bûye bendeke asê. Ew dixwazin me vegerin serdemên tarî, lê me xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye û dê tevahî komployan têk bibin.”   Şêro Kobanê soz da ku dê gel û herêmê biparêzin û xayînan efû nakin û dê li ser soza ku dane şehîdan bin.   Welatiyê bi navê Izedîn Şêxî li ser navê her du malbatên cenazeyan axivî û rola şervanan a di parastina nasnameyên gelan de silav  kir û di heman demê de bang li gelê herêmê kir ku li dijî êrişan bibin yek.   Di dawiya merasîmê de, wesîqeyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên hatin kirin. Dûre girseya gel cenazeyan bi merasîmeke heybet spartin axê.