Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike 2023-10-11 12:12:56   STENBOL - Bi hinceta ku di xutbeyê de bi kurdî axaftibûn der barê 23 endamêm DÎAYDER’ê de doz hatibû vekirin. Dozger dê têkildarî dozê mutalayê amade bike.     Bi hinceta kurdî xutbe û waaz dane der barê 23 endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Alimên Olê re (DÎAYDER) bi îdiayên “edamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxisitinê” doz hatibû vekirin. 13’emîn danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. 10 endamên komeleyê ku tên darizandin û parêzerên wan tev li danişînê bûn.    Parêzeran axivîn û xwestin ku şertê kontrola edlî ya li ser muwekîlên wan werin rakirin. Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran red kir.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Dozgerê bi peywirekî demkî tev li danişînê bû jî ji bo mutala were amadekirin xwest dosye jinûve ji Serdozgeriya Komarê re were şandin.    Şandeya dadgehê daxwaza dozger qebûl kir û danişînê taloqî 29’ê cotmehê kir.