Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin 2023-10-11 11:54:08   RIHA - Li Rihayê 36 penaberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Navenda Paşveşandinê ya Rihayê dihatin ragirtin radestî Artêşa Sûriyeyê ya Azad hatin kirin. Malbatan diyar kir ku ew ji xizmên we agahî nagirin û ji ewlehiya wan bi fikar in.    Li Enqereyê di 1’ê Cotmehê de li dijî Wezareta Karên Navxweyî êriş hatibû kirin. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê piştî çalakiya li Enqereyê lêpirsîn dabû destpêkirin û di 3’yê cotmehê de di çarçoveya vê lêpirsînê de li 17 bajaran operasyon hatibû kirin. 55 penaberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin. Ji van 18 penaber bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û biryara berdana 37 penaberan hatibû dayîn. 36 penaber ji berk u hemwelatîbûna wan a Tirkiyeyê nebû, birin Navenda Paşveşandinê ku girêdayî Îdareya Koçberiyê ya Bajarê Rihayê ye. Ev penaber paşê bi awayek li dijî hiqûqê û bêqanûnî, hatin sersînorkirin .    Piştî penaberan birin Navenda Paşveşandinê, parêzerên wan çûn wir. Ji parêzerên wan re hat gotin ku penaberan li ser rica û dilê xwe xwestine bên dersînorkirin. Lê belê paşê derket holê ku di bin daxwaznameya navborî de îmzeya hemûyan bi yek awayî ye.    Parêzer Mustafa Vefa ku parêzeriya penaber A.S. dike, behsa dersînorkirina penaberan kir. Vefa destnîşan kir ku miwekîlê wî jî di nav de hemû penaber bi awayek li dijî qanûn û hiqûqê hatine dersînorkirin.    ‘OPERASYON POLÎTÎKAYEK TAYBET BÛ’    Vefa anî ziman ku kesên hatine binçavkirin çawa lê hatû kirine binçavan û li ser wan tu sûcek nebûye û miwekîlê wî ku eleqeya wî bi tu tiştekî ve nebûye ew li Mêrsînê bi tevî malbata xwe ve dima û karkeriya çandiniya demsalî kiriye. Vefa anî ziman ku di çarçoveya operasyonê de penaberên hatine binçavkirin bi giştî kurdên rojavayê Kurdistanê hatine bijartin û ev yek nîşanî wan dide ku operasyon bi polîtîkayek taybet hatiye kirin.    BIRYARA NEHIQÛQÎ YA DERSÎNORKIRINÊ    Vefa behsa pêvajoya binçavkirina penaberan kir û destnîşan kir ku penaberên ku hatine berdan şandine Navenda Paşveşandinê û ji ber dawiya hefteyê ketiye navberê bi miwekîlên xwe re hevdîtin nekirine û roja duşema çûyî hîn bûne ku 36 penaberên hatibûn binçavkirin bi awayekî li dijî qanûnû hiqûqê hatine dersînorkirin. Vefa diyar kir ku wan di daxwaznameyên bi penaberan dane qebûlkirine de tespît kirine ku îmzeyên hatine avêtin hemû bi awayekî bûne û ev yek jî bêhiqûqiyê radixe ber çavan.    ‘EM NIZANIN KA DIJÎN AN NAJÎN’    Vefa da zanîn ku bi rêbazên neqanûnî miwekîlên wan bêyî biryarek îdarî hatine dersînorkirin û got: “Em nizanin ku miwekîlên me di kîjan deriyê sînor de hatine şandin. Hemû bi îdiaya ‘endamtiya PKK’ê hatin sûcdarkirin. Heke miwekîlên me li deriyên di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê ya Azad de hatibin teslîmkirin, em ji rewş û ewlehiya canê wan bi fikar in. Em nizanin birine ku û em nizanin ka dijîn an na.”    DÊ GILÎ BÊ KIRIN   Vefa anî ziman ku dema penaber li ber desrînorkirinê bûne bi îşkenceyê re rû bi rû mane û bi gefan daxwazname bi wan dane îmzekirin. Vefa got ew ê li dijî vê bêhiqûqiyê giliyê berpirsiyaran bikin.    MALBAT BI FIKAR IN    Malbatên penaberan jî diyar kirin ku wisa tê xuyakirin ku xizmên wan şandine Ezazê ku di kontrola Artêşa Sûriyeyê ya Azad de ye û ew ji rewş û ewlehiya canê xizmên xwe bi fikar in.    MA / Ceylan Şahînlî