Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide! 2023-10-11 09:07:16 AMED - Li polîsê ku bi wesayîta zirxî pêl Cîhan Can kiribû û bûbû sedema mirina wî, rojê 20 TL û bi giştî 21 hezar TL cezayê pereyan hat birîn. Di hinceta biryarê de wiha hat gotin: "Rewşa aborî û civakî ya bersûc li ber çavan hatiye girtin."  Li Amedê di 27'ê kanûna 2019'an de polîs Hakan Avci bi wesayîta zirxî ya giraniya wê 13 ton e, endezyarê înşeatê Cîhan Can eciqandibû û Can jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê doz li polîs Hakan Avci hatibû vekirin. Di 4'ê îlonê de bi sûcê "ji ber mirina bi qisûr" 21 hezar û 200 TL cezayê pereyî li Avci hat birîn. 11'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hinceta biryara xwe eşkere kir. Dadgehê di biryarê de bibîr xist ku 3 sal û 6 mehê li Avci hatiye birîn, hatiye kêmkirin û bi giştî 2 sal û 11 meh lê hatiye birîn û ev ceze veguherandiye cezayê pereyî. Dadgehê biryara xwe ya ji bo cezayê pereyî jî spart vê hincetê: "Kesayetiya sûcdar, rewşa wî ya civakî û aborî û poşmanîtiya wî ya di pêvajoya darizandinê de."    Saziya Tiba Edlî (ATK) di rapora xwe de diyar kiribû ku bersûc polîs Hakan Avci ji sedî sed biqûsûr e û qeydên têkildaîr bûyerê û beyanên şahidan jî nşîan dabûn ku sûcdar biqisûr e. Di biryarê de hat destnîşankirin ku li gor xala 85/1 a Qanûna Ceza ya Tirk 3 sal û 6 meh ceza hatiye birîn û ji ber bandora ceza ya li siberoja bersûc, cezayê wî heya 2 sal û 11 mehan hatiye kêmkirin û ji ber "rewşa civakî û aborî ya bersûc" cezayê wî wekî yê pereyan hatiye guherandin.    Li gorî biryarê cezayê pereyan rojane hatiye hesabkirin. Bersûc dê rojê 20 TL'yî bide û bi giştî 21 hezar û 200 TL ye.