ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-11 09:00:18   * Di komxebata rêveberiyên xwecihî de polîtîkayên jinan, kargeha çand, ziman û hûnerê jî hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî kargehê bûn îşaret bi girîngiya ziman, çand û hûnerê ya di rêveberiyên xwecihî de kirin.   * Goristana Şehîd Rojhat Belûzerî ya li herêma Besta ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hate rûxandin.   * Şaredariya Hezexê ku 8 sal in ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin heta niha tu pirsgirêkên gel çareser nekiriye. Hevşaredara navçeyê Songul Erden ku li şûna wê qeyûm hatiye tayinkirin diyar kir ku qeyûm deskeftiyên jinan hedef digire lewma tundiya li ser jinan zêde bûye û navçe ji jinan re kirine girtîgeh.    * Li polîsê ku bi wesayîta zirxî pêl Cîhan Can kiribû û bûbû sedema mirina wî, rojê 20 TL û bi giştî 21 hezar TL cezayê pereyî hat birîn. Di hinceta biryarê de wiha hat diyarkirin: "Rewşa aborî û civakî ya bersûc li ber çavan hatiye girtin."    * Li Erdexanê ji ber ku li hember nexweşîna şapê tevdîr nehatin girtin zêdetirî 15 hezar heywan mirin. Beytar Onûr Yilmaz got: "Ger dewletê bi lez û rast dest bi aşiyê bikira, dê encameke wiha derneketa holê."   * Di îdianameya derheqê Hasan Karaaslan ku hevjîn û 3 zarokên xwe qetil kiriye de hat diyarkirin ku divê îfadeyên Karaaslan esas neyên girtin û bi cezayê muebbeta giran were cezakirin.   * Emîn Gurban ê li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê girtî ye, ew ji ber êşa li ser sînga wî rakirin nexweşxaneyê û anjiyo bû.    * Danişîna 3’yemîn a doza 23 endamên DÎAYDER’ê dê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (10.30)   * DBP dê li dijî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya li Amedê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDÎ   * Nivîskarê kurd Mehmed Uzun dê di salvegera 16'emîn a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê bê bibîranîn. (14.00)   * Tifaqa Ked û Azadiyê dê têkildarî serdegirtina avahiya HDP'a Îzmîrê de li avahiya partiyê daxuyaniyê bide. (18.00)