Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer 2023-10-11 08:38:36 MÊRDÎN - Li aliyekî hê operasyona li Çiyayê Bagokê didome li aliyekî din jî hat ragihandin ku li herêma Omeriya jî di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şer diqewime.    Li gundên Xerabêelî, Hibabê, Badibê, Ewşî, Erboyî, Bahminê, Yol û Şekrînê yên li Çiyayê Bagokê ku bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve ne, ji bo dema 15 rojan “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hat ragihandin.    Walîtiya Mêrdînê daxuyanî da û diyar kir ku li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî ku hatiye destpêkirin, berdewam dike.    Hat zanîn ku li gundê Cinata yê bi ser herêma Omeriya Nisêbînê ve jî di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şer qewimî ye.    Hat diyarkirin ku di şer de fermanderek, leşkerek û 2 cerdevan birîndar bûne. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mêrdînê. Hat îdiakirin ku leşkerên hatine kuştin jî hene.    Li aliyê din hat zanîn ku 2 cenazeyên ku aîdî endamên HPG’ê ne jî rakirine morga Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mêrdînê.