Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin 2023-10-10 19:24:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Di bîranên ji bo kesên di Komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, wiha hat gotin: "Em kujeran nas dikin, em ê jibîr nekin."    Li gelek bajaran têkildarî Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê daxuyanî hatin dayîn.    WAN   Kesên di Komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan li Wanê hatin bibîranîn. Daxuyanî li ber Perîhan AVM'yê hat dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin" û "Kujeran neparêze, sûcdaran bidarêze" hatin berzkirin. Piştî daxuyaniyê li avahiya KESK'ê pêşangeha wêneyan a 10'ê Cotmehê hat llidarxistin. Li Hêwana Azîz Vûral a KESK'ê sînevîzyona der barê komkujiyê hat nîşandan.    SEMSÛR   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê jî li Parka Demokrasiyê daxuyaniyek da. Li gel pêkhateyên platformê Partiya Çepên Kesk, HDP, CHP û gelek eks tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyêde pankarta ku wêneyên 104 kesên jiyana xwe ji dest dan li ser, hat vekirin. Li ser navê pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê Seroka ÎHD a Şaxa Semsûrê Dîlan Gulerê metna daxuyaniyê xwend. Di dema daxuyaniyê de tim dirûşmeya "dê kujer hesab bidin" û "Li dijî faşîzmê mil bi mila" hat berzkirin.    DÎLOK    KESK, DÎSK, TMOOB û TTB'ê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Parka Yeşîlsûyê ya li navçeya Şahînbeyê bibîr anîn. Li gel nûnerên rêxistinên ked û pîşeyî gelek eks tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên 104 kesên jiyana xwe ji dest dan li ser, hat vekirin. Di daxuyaniyê de Serokê Egîtîm Sen a Şaxa Dîlokê Omer Parlakçi axivî. Parlakçi got: "Zû an dereneg dê sûcdar bên cezakirin, dê ked, demokrasî û aştî bi ser bikeve."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin" bi dawî bû.    MÊRDÎN    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê bi boneya salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê merasîmeke bîranînê li dar xist. Merasîm li Parka Karayollariyê ya li navçeya Artûklûyê hat lidarxistin. Parlementerê Partiya Çepên Kesk Kamûran Tanhan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di bîranînê de li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê Firat Ergul metna daxuyaniyê xwend.    Bîranîn piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan domand, bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.    ŞIRNEX    Pêkhateyên Platforma Şaxên KESK'ê a Şirnexê ji bo kesên di Komkujiya 10'ê Cotmehê de bibîr bînin li avahiya sendîkayê daxuyanî dan. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Şirnexê û DÎSK tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Me Komkujiya Garê ya 10'ê Cotmehê ji bîr nekiriye em ê nedin jibîrkirin" hat vekirin. Li ser navê platforêê Rêvebera Egîtîm Sen a Şirnexê Andan Şenbyaram metna daxuyaniyê xwend.