Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe 2023-10-10 13:57:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyên bîranînê de wiha hate gotin: “Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe.” DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li dijî mitînga “Aştî û Demokrasiyê” a hêzên ked û demokrasiyê hedef girtibû. Bi ser êrişa bombeyî re 8 sal derbas bûn. Di komkujiyê de 104 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di 8’emîn salvegera komkujiyê de, li cihê teqîn çêbûye û li gelek bajaran çalakiyên bîranînê tên lidarxistin.    ÎZMÎR      Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li pêşiya Bîrdariya 10’ê Cotmehê a li hemberî Gara Alsancakê, çalakiya bîranînê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Me 10’ê Cotmehê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” hate vekirin û dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Dê kedkar ji kujeran hesabê bipirsin”, “Kujer DAIŞ, hevkar AKP”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li dora bîrdariyê hatin daliqandin. Di saet 10.04’an de ku qetlîam hatibû kirin, piştî rêzgirtinê navên kesên jiyana xwe ji dest dabûn yek bi yek hatin xwendin.    Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’a Îzmîrê Mûstafa Guven ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê axivî û ev tişt anî ziman: “Qûrnefîlên me di dile her kesê ji bo welateke wekhev, laîk, girêdayî mafên mirovan, têdikoşe de ye. Em ê destûr nedin bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane werin jibîrkirin, em rê nadin ku çalakiyên me yên bîranînê werin astengkirin. Têkoşîna me dê heya kesên di qetlîamê de cih girtine werin darizandin, bidome.”    Piştî bernameyê Ayşe Denîz û Berna Koç li Karşiyakayê, Mûstafa Bûdak li Kaynaklar û Puro Yildirim jî li Ayrancilarê ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gorên xwe hatin ziyaretkirin.    MELETÎ     Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrsiyê ya Meletiyê li Parka Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ya taxa Yeşîlyurtê bernameya bîranînê hate lidarxistin. HDP, Partiya Çepên Kesk, nûnerên rêxistinên navend û navçeyan ên CHP’ê û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Bîranîn piştî meşa li pêşiya Ocaxa Tenduristiyê ya Ozalper heya Bîrdariya Kevokên Aştiyê ya li Parka Aştiyê ya 10’ê Cotmehê domiya, dest pê kir.    Di meşê de pankarta wêneyên kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn hatibû lêkirin û li ser “Şehîdên Aştiyê yên 10’ê Cotmehê” hate vekirin û dirûşmên “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Şehîdên aştiyê rûmeta me ne” hatin bezkirin. Çalakvan li pêşiya bîrdariyê, di saet 10.04’an ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rêzgirtinê girtin.    Serokê Şaxa Sendîkaya Guhezbariya Yekgirtî (BTS) a Meletiyê Hasan Akdemîr di bîranînê de axivî û anî ziman ku ew ji ber hêviya Aştiyê çûbûn Enqereyê. Ser navê malbatan bavê Canberk Bakiş ê di qetlîmê de jiyana xwe ji dest dabû, axivî û anî ziman ku ew 8 sal e li pey edaletê ne. Di bîranînê de ji bo kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane kevokên spî yên aştiyê hatin berdan. Bîranîn bi danîna momik û qûrnefîlên li pêşiya Bîrdariya Kevokên Aştiyê, bi dawî bû.    AMED     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Abdullah Erol ê di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî bibîr anî. Hevserokê Şaxa 2’yemîn a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Hasan Çitrak axivî û ev anî ziman: “Hevalên me yên ji bo cîhaneke xweşiktir, ji bo jiyaneke aştîyane û birûmet ketin rê, rastî qetlîamê hatin. Em ê têkoşîna hevalên xwe bidomînin. Em ê ji bo jiyaneke aştîyane û xweşiktir, ji bo em ji zarokên xwe re pêşerojeke baş em ava bikin, bedel çi bibe bila bibe em ê li qadan bin. Piştî axaftinan kesên hatibûn bîranîn qurnefîl danîn ser gora Erol.    Endamên Platformên piştî bîranînê çûn ser gora Feyat Denîz ê di heman qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû. Gora Denîz jî di Goristana Şehîdgehê de hatibû veşartin.    STENBOL      Li gelek navçeyên Stenbolê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Ji bilî endam û rêveberên HDK’ê, Partiya Çepên Kesk, HDP’ê, DBP’ê, EMEP’ê, ESP’ê û CHP’ê nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî bernameyên bîranînan bûn. Bîranîna li Goristana Gazî ya li navçeya Sûltangaziyê hate kirin, bi rêzgirtinê dest pê kir. Ji bilî wêneyên kesên hatin qetilkirin pankarta “Em 10’ê Cotmehê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin” hate vekirin. Di bîranînê de dirûşmeyên “Şehîdên şoreşê nemir in” , “Qujer dê hesabê bidin gel” û “Şehîd namirin” hatin berzikirin.    Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Înşaetê (Înşaet Îş) Yûnûs Ozgur, anî ziman ku komkujî bi destê dewletê hatiye kirin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Beser Çelîk jî bal kişand ku faîl diyar in û destnîşan kir ku têkoşîna aştî û demokrasiyê dê bidome.    Nûnera Alinteriyê Muruvvet Kuçuk jî wiha got: “Ew ji bo pira xwişk û biratiyê ya qelsbûyî nehilweşe li wê derê bûn. Mîrateya ku wan ji me re hiştiyê em ê pêşvetir bibin û bidin jiyîn.”   Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Çêkirina Keştî û Veguhestina Behrê, Depokirin û Antrepovaniyê (Lîmter-Îş) Kanber Saygili, destnîşan kir ku dê dest ji avakirina “pira xwişk û biratiyê” ya di nava gelan de bernedin.    Li navçeyên Umraniye, Kuçukçekmece, Esenler, Sûltangazî, Eyup, Şîşlî, Bayrampaşa û Yedîkûleyê li ser gorên kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bernameyên bîranînê hatin çêkirin.    EDENE     Li ber Gara Edeneyê saet di 10.04’an de bernameya bîranînê hate lidarxistin. Hêzên Demokrasiyê, partiyên siyasî û malbatên 10’ê Cotmehê yên li bajêr tev li bîranînê bûn. Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê Eser Demîrçîn a di bîranînê de axivî, wiha got: “Heta ku kesên di vê komkujiyê de rê li ber kujeran vekirine û berpirsyarên esas ên komkujiyê dernexînin pêşberî darazê û neyên cezakirin dê têkoşîna me berdewam bike.    Sadettîn Sert ê di komkujiyê de birayê xwe Fevzî Sert winda kir jî wiha got: “8 sal derbas bûn lê hêj dilê me dişewite. Em di îsyanê de ne. Di 8 salan de em bi hev re giriyan, ketin û kesên ketî rakirin. Em wiha hatin heta van rojan.”   Bîranîn bi danîna qûrnefîlan a ser goran bi dawî bû.     WAN      Şaxa ÎHD’a Wanê jî li avahiya xwe ya komeleyê daxuyanî da. Rêveberê komeleyê Mehmet Salîh Coşkûn wiha got: “Pergala darazê kesên ev komkujiya mezin pêk anîn, sûcdarên mirovahiyê parastin. Mixabin heta îro darizandineke bi bandor pêk nehat. Pêvajoya darazê bi awayekî zelal û bi bandor bimeşînin û edaletê bi cih bînin. Êşa kesên xizmên xwe windakirine kêm bikin.”   HATAY    Şaxa ÎHD'a Îskenderûnê li Parka Jiyana Bitendurist daxuyanî da. Gelek parazvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Coşkûn Selçûk xwest ku faîl derkevin holê.    RIHA        Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, Nilgul Çevik, Başak Sidar Çevik û Yimaz Elmascan ê ku di komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqerê de jiyana xwe ji dest dabûn li ber goristana navçeya Pirsûsê bi bîr anîn.   Endamên platformê ku xwestin li gundê Midepê serdana goristana Nilgul Çevîk û Başak Sîdar Çevîk bikin ji aliyê cendermeyan ve hatin asteng kirin. Cendermeyên ku goristan dorpêçkirin, nehiştin ji bilî malbatê kes derbasî nava goristanê bibe. Endamên platformê tevî parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, serdana Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm tayîn şûna wê hate kirin ku di komkujiyê de keça wê û dişa wê jî jiyana xwe ji dest dabûn û ew jî birîndar bûbû kirin. Piştî serdanê girsê xwest biçin goristana navçeya Pirsûsê lê li vir careke din ji aliyê cendermeyan ve hatin astengkirin. Li ser astengkirinê Ferît Şenyaşar û endamên platformê bertek nîşan dan û li ser bertekan girse ber bi goristana navçeya Pirsûsê ve bi rê ket.    'EM NADIN JIBÎRKIRIN'   Girse xwest serdana gora Yilmaz Elmascan a li goristana navçeyê bikin lê li wir jî destûra serdanê nehat dayin û goristan ji aliyê polîsan ve hate dorpêç kirin. Li ser vê yekê girsê li ber deriyê goristanê daxuyanî dan. Di destpêke de Hatice Çevîk axivî û bi lêv kir ku ew dê nehelin Komkujiya Enqereyê bê jibîrkirin û wiha got: "Hûn bi vê kiryara xwe ve xwedî li vê komkujiyê derdikevin. Ji xwe 8 sal in kujer nehatine dîtin, ev yek jî bi awayekî zelal dide xuya kirin hûn xwedî li vê komkujiyê derdikevin. Bi astengkirina bîranîne re dixwazin 10'ê Cotmehê bidin ji bîr kirin. Lê ev yek ne pêkan e. Em vê komkujiyê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Heta dawiyê têkoşîna me wê bidomê."   'TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOMÊ'   Pişt re jî Ferît Şenyaşar axivî. Şenyaşar jî bertek nîşanî astengkirina bîranîna li goristanê da û ev tişt gotin: "Heke li Enqereyê jî evqas polîs hebûna û ewlehiya li wir bihata girtin dibe ku 104 mirovên me jiyana xwe ji dest nedidan. Serokwezîrê wê deme Ahmet Davutoglu di axaftina xwe de gotibû piştî komkujiyê dengên me zêde bûn. Ev yek jî di bîra me de ye. Heta yên ku ev komkujî pêk anînê bên ceza kirin têkoşîna me wê bidomê."   Piştî axaftinanan Berdevkê platforme Kemal Yuksekkaya metna daxuyaniyê xwend. Piştî daxuyaniyê girse ji bo bertek nîşan dayinê çalakiya rûniştinê kir.    Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û danîna qûrnefîlan a li ber deriyê goristanê ve bi dawî bû.