'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike' 2023-10-10 09:11:38 RIHA - Rojnamevanan anî ziman ku Tirkiye di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike, dike û gotin ku bêdengiya navneteweyî van êrişan wêrek dike.    Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din bû hedefa êrişên Tirkiyeyê. Piştî çalakiya 1'ê Cotmehê ya li dijî Midûriyeta Polîsan a Giştî ya Tirk, Tirkiyeyê di 4'ê Cotmehê de êriş bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di êrişan de fabrîke, nexweşxane, dibistan, tesîsên av, ceryan û petrolê hatin bombekirin.    Li gor daxuyaniya dawî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tirkiyeyê zêdetirî 150 dever hedef girtine û di van êrişan de gelek sivîl û endamêN QSD'ê jiyana xwe ji dest dan. Jamal Balî û Şervan Mehmûd ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevaniyê dikin, êrişên Tirkiyeyê û geşedanên li herêmê nirxandin.    TIRKIYEYÊ NEXWEŞXANEYÊ HEDEF GIRT   Jamal Balî ku ji zû de ye li Kobanê roojnamevaniyê dike, ragihand ku qada ji Şehbayê heya Dêrikê bi rojan hatiye bombeberankirin. Balî destnîşan kir ku Tirkiye bêyî ferqê têxe navbera cih û şûngehan êriş kiriye û got: "Ev yek li hemû qadan jiyana sivîlan be rbi xetereyê ve dibe. Li vir ceryan, av, gaz hwd. hedef tên girtin. Çend roj berê nexweşxaneyek hat bombeberankirin. Ofîsên petrolê bi taybetî hedef tên girtin. Li binesaziyên ku hedef tên girtin mirov dixebitin. Ew jî dibin hedefa êrişan."    Balî ragihand ku Eyn Îsa hem ji hewayê hem jî ji bejahiyê ve bûye hedefa êrişên giran û got ku di van êrişan de stasyona avê ku kaniya gelek kesan bû hat serobinokirin. Balî anî ziman ku bi milyonan kes bandor ji êrişan girtiye û got ku gelek kes ji ber êrişan bêmal mane. Balî destnîşan kir ku ev êriş ne tesadufî ne û got: "Tilta ku DAIŞê nikaribû bike Tirkiye dixwaze temam bike."    ‘BÊDENGÎ TIRKIYEYÊ WÊREK DIKE'   ŞErvan Mehmûd ku li bajarê Qamişloyê rojnamevaniyê dike û got ku 6 milyon kes bandor ji êrişan girtiye. Mehmûd anî ziman ku ev êriş pêngaveke li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêngaveke qirkirinê ye û got: "Gelên Rojavayaê hema bibêje hefteyek e li ber çavê cîhanê bi qirkirinekê re rû bi rû rû ye. Êriş her roj tên kirin. Ger em di warê Kantona Cizîrê de biaxivin, ji ber hedefgirtina binesaziyê av û ceryan qut dibe. PÊşiya me zivistan e û pêdiviyên sereke yên mirovan hedef hatin girtin. Lê ev êriş wekî tiştekî asayî tên dîtin. Ev bêdengî û hesabnepirsîn Tirkiyeyê wêrek dike. Her wiha ev helwest jî nîşan dide ku saziyên navneteweyî van êrişan pesend dikin."    Mehmdû destnîşan kir ku bi êrişan li Bakur û ROjhilatê Sûriyeyê jiyan hedef tê girtin û got ku lê gel hem li dijî êrişan hem jî li dijî bêdengiyê xwedî li vîna xwe û xaka xwe dertê. Mehmûd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Rojavayê demografî û rêveberiya gel hedef tê girtin. Ji ber ku gel hay ji vê jî heye, ji bo bidin der ku e wli cem hêzên QSD'ê û Rêveberiya Xweser in daketin qadan. Gel xwe diparêze û bi vê ferasetê li hev kom dibe. Kurd, ereb, tirkmen, suryanî û ermenî daxilî nava van portestiyan bûn. Hem êrişan hem bêdengiya navneteweyî protesto kirin û careke din gotin ew li cem Rêveberiya Xweser in."    MA / Ceylan Şahînlî