ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-10 09:00:29   * Li Şirnex û navçeyên wê weke hilbijartina herêmî ya 2019’an dîsa deng tên veguhestin. Parlementera Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal der barê mijarê de axivî û got: “Niha hin hêzên diyarker gund bi gund digerin û lîsteyên cerdevanan amade dikin. Divê gelê me navnîşanên xwe kontrol bikin.”   * Ji Kovara Jineolojiyê Seher Tumer a beşdariya komxebata rêveberiyên xwedihî bû diyar kir bi beşdariya jinan a rêveberiyên xwecihî li bajaran demokratîkbûn çêbû û got: "Jin di nava pergala me ya rêveberiyên xwecihî de bi rola azadiyê radibe û azadiyê xwe bi re pêk tîne.”    * Girtiyê nexweş Cemal Tanhan nayê berdan. Keça wî Ayşe Tanhan, diyar kir ku bavê wê bi mirinê re rû bi rû ye û xwest bê berdan.    * Rojnamevan Ciwana Cûma anî ziman ku Tirkiye di êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sivîlan hedef digire û got ku gelê kurd, tirkmen, suryanî, ereb û çeçen bi yek helwestê li dijî van êrişan radibin.   * Rojnamevanan anî ziman ku Tirkiye di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tişta ku DAIŞ'ê nikairbû bike dike û gotin ku bêdengiya navneteweyî van êrişan wêrek dike.    * Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê dê li cihê komkujî lê pêk hat û li ser gorên xwe bên bibîranîn. Li gelek bajaran dê çalakiyên bîranînê bên kirin û daxuyanî bên dayîn. (09.30-12.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Partiya Çepên Kesk dê li Meclisê Komcivîna xwe pêk bîne. (12.45)