Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn 2023-10-09 16:46:14   RIHA - Li Rihayê di şerê navbera du malbatan derket de kesekî jiyana xwe ji dest da û 12 kes birîndar bûn.    Li Taxa Paşabagi ya navçeya Halîliye ya Rihayê di navbera du malbatên dijminên hev de nîqaş derket. Nîqaş di demekî kurt de veguherî şerê çekdarî. 13 kesên di şer de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên cuda ên li bajêr. Welatiyê bi navê Îbrahîm Kûrt ê 33 salî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Hate zanîn ku gelek kesên ketine nav şer hatine binçavkirin.