Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye 2023-10-09 15:26:56   AMED – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiya li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de axivî û got: “Sekna birêz Ocalan sekna aştiyê ye. Sekna birêz Ocalan sekna aştiya Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP’ê û dewleta Tirkiyeyê tecrîdek giran li ser birêz Ocalan dike. Em wekî gelê kurd vê tecrîdê qebûl nakin.”    Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li Parka Koşûyolû ya Amedê dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, xwestin daxuyaniyek girseyî bidin. Polîsan girseya ku li parkê kom bûbû û li gelek deverên navçeya Rezanê civiyabûn dorpêç kir û destûra daxuyaniyê neda.    Polîsan tenê ne welatiyan parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên bajarên bakurê Kurdistanê ku beşdarî daxuyaniyê bûn jî dorpêç kir. Polîsan li gelek deveran êrişî welatiyan kir û bi dehan kes kirin binçavan. Dayik û extiyar jî di nav binçavkiriyan de hene.    ÊRIŞÎ ROJNAMEVAN HAT KIRIN    Tevî hemû dorpêç, astengî û binçavkirinan jî welatî û siyasetmedar meşiyan û komplo û tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin. Polîsan êrişî rojnamevanan ku dorpêç û daxuyaniyê dişopandin jî kirin. Polîsan li rojnamevan Mahsum Kara dan. Rojnamevanên din piştevaniya Kara kirin û li ber êrişa polîsan rabûn.    Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber Parka Koşûyolûyê daxuyanî dan. Li ser navê komê Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî.    ‘AMEDÊ KIRINE QADA TUNDÎ Û ÎŞKENCEYÊ’   Bayindir bi bîr xist ku îro 9’ê Cotmehê destpêkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got: “25 sal in ev komplo berdewam dike. Îro me xwest em li Amedê, li Kurdistanê bi tevî heval û hogirên xwe ve, bi rêxistinên xwe ve daxuyaniyekî li dar bixin. Lê ji serê sibehê heya niha bi sedan hevalên me bi êrişên rê û rêbazên hovane re rû bi rû man. Gelek hevalên me hatin binçavkirin. Îşkence û tundî li ser hevalên me hatin kirin. Îro her deverê Amedê bûye qada îşkence û tundiya li ser me.”   BAYINDIR: DIVÊ HER KES LI BER TECRÎDÊ RABE   Bayindir bal kişand ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Em wekî gelê kurd bangawaziyê dikin; li Tirkiyeyê li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan tecrîd heye. Sekna birêz Ocalan sekna çareserkirina pirsgirêka kurd e. Sekna birêz Ocalan sekna aştiyê ye. Sekna birêz Ocalan sekna aştiya Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP’ê û dewleta Tirkiyeyê tecrîdek giran li ser birêz Ocalan dike. Em wekî gelê kurd vê tecrîdê qebûl nakin. Tecrîd îro tenê ne li Girava Îmraliyê heye, tecrîd îro li hemû kolan û qadên Kurdistanê û Tirkiyeyê bûye wekî terzek rêveberiyê. Em vê terza rêveberiya tecrîdê qebûl nakin. Em wekî gelê kurd ê aştîxwaz, demokrasîxwaz bangawaziyê li hemû gelan dikin; li dijî vê tecrîdê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Îro desthilatdariya AKP-MHP’ê li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn her deverî kiriye qada şer. Rojhilata Navîn ji bo gelên bindest, azadîxwaz bûye dojeh. Lê çareserî heye. Ev çareserî jî li cem birêz Ocalan e. Ev çareserî bi paradîgma û felesefeya birêz Ocalan dikare pêk were.   TECRÎD BERFIREHKIRINA ŞER E   Dîsa em banga xwe dubare li hemû kesîn dikin ku li ber vê tecrîdê têkoşînek mezin û berfireh bidin. Em ê wekî siyasetmedar, sazî û rêxistinên gelê kurd li dijî vê tecrîdê her tim têbikoşin. Tecrîd bêçareserî ye. Tecrîd qirkirin û berfirehkirina şer a li dijî gelan e. Ev jî bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê pêk tê.    EM ŞER Û BÊÇARESERIYÊ QEBÛL NAKIN   Em rê û rêbazên şer qebûl nakin. Em rê û rêbazên bêçareseriyê qebûl nakin. Ji ber vê yekê jî heta ku ev tecrîd ji ser birêz Ocalan neyê rakirin, rêya çareseriyê, azadî û aştiya mayînde li Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn wê pêk neyê.”    ‘LÊ ŞERÊ LI KURDISTANÊ NABÎNIN’    Bayindir bal kişand ser axaftina Serokê Meclisa Tirk Nûman Kurtulmuş a têkildarî Filistînê ku digot, ‘Li Filistînê serê mirovan tên jêkirin” û got: “Yên ku van gotinan dikin lê şer û qetlîamên li Kurdistanê nabînin.”     ‘HEYA ÇARESERÎ PÊK NEYÊ WÊ ŞER BERDEWAM BIKE’    Bayindir anî ziman ku li li Tirkiyeyê heya ku rêya aştî, azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê neyê vekirin dê her tim li Kurdistan û Tirkiyeyê alozî û şer berdewam bike û wiha got: “Me tu carî li ber vê zordarî, zilmê, dorpêç û tecrîdê serî netewandiye û bi paş ve gav neavêtiye. Lê em her tim rêya çareseriyê, azadiyê nîşan didin. Ew jî bi rakirina tecrîda li Girava Îmraliyê pêkan e. Heta tecrîd ranebe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”     POLÎSAN TUNDÎ LI ROJNAMEVANAN KIR   Bayindir di dawiya axaftina xwe de spasiya rojnamevanan jî kir û diyar kir ku wan li ber çavê xwe dîtine ku polîsan tundî û îşkence li rojnamevanan kiriye.