Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne 2023-10-09 15:02:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Plaza de Mayoyê ji bo Dayikên Şemiyê ku tevî biryara AYM’ê jî destûr nayê dayîn li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin peyama piştevaniyê şandin û wiha gotin: “Em bi we re ne. Bese êdî ji bêedaletiyê re.”    Dayikên Şemiyê her hefteyê bi daxwaza pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan çalakiyê li dar dixin. Dayikên Şemiyê dixwazin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê bidomînin lê tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî her hefteyê tên astengkirin. Dayikên Plaza de Mayoyê ji bo piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re peyamek parve kirin.    Dayikên Plaza de Mayo ku zarokên xwe di serdema dîktatoriya li Arjantînê ya di navbera 1976-1983’yan de winda kirin, di peyama xwe de piştgirî dan Dayikên Şemiyê û wiha bertek nîşanî astengkirina wan dan: “Bes e êdî ji bêedaletiyê re.”    Dayikên Şemiyê jî peyama Dayikên Plaza de Mayoyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kirin.    Di peyamê de wiha tê gotin: “Li gel dayikên xwe yên hêja yên li Qada Plaza de Mayoyê em bi Dayikên Şemiyê re ne. Ji bo ku ew jî vegerin Qada Galatasarayê û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin, em piştgiriyê didin wan. Bes e êdî ji bêedaletiyê re.”