Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin 2023-10-09 14:55:31   RIHA - Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku dewleta tirk bi êrişên hewayî ku binesazî û seravayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire dixwaze rêveberiya xweser hilweşîne û wiha got: “Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin.”   Êrişên dewleta tirk ên bi balafirên şer û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên li dijî qadên jiyanî yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 5’emîn de berdewam dikin. Nêzî di 200 êrişan de bi dehan petrol, tesîsên av û ceyranê, dibistan, nexweşxane û qadên xizmetên cemaweriyê hedef hatin girtin, bi sivîl û hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan.    Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm, têkildarî armanca êrişan, dema wê, helwesta Koalîsyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞ’ê û Rûsyayê ji ajansa me re axivî.    ARMANC: HILWEŞANDINA RÊVEBERIYA XWESER E   Muslim, diyar kir ku li pişt perdeya êrişan, polîtîkaya înkarê ya sed salan a dewleta tirk a li dijî gelê kurd heye û têkildarî armanca êrişan ev tişt gotin: “Rojava îro projeya sed salan e. Di vê projeyê de cihê kurdan jî heye. 8 sal in êrişên dewleta tirk ên li ser kurdan qet ne sekinîn. Yek ji armanca êrişan jî Rojava ye. Komployên li dijî Rojava nehatin rawestandin. Bi gelek rêbazên cuda êriş hatin kirin. Di demekî nêzîk de di bin navê êşîretan ketin nav hewldanan lê bi serneketin. Piştî ku hemû hewldanên wan ên komployê encam negirtin planeke nû xistin meriyetê. Di vê çarçoveyê de qadên xizmetê yên sivîl ku sûcê şer in hedef girtin. Wezîrê Karên Hundir Hakan Fîdan ev sûc bi rêya çapemeniyê deklare kir. 5 roj in ev êriş berdewam dikin, sivîl jî di nav de bi dehan şehîdên me hene. Êriş bi balafirên şer didomin. Armanc jî hilweşandina Rêveberiya Xweser e. Li dijî destkeftiyên kurdan her tim dijminatiyek heye. Ne tenê li Rojava li çar parçeyên Kurdistanê êriş tên kirin. Tiştên ku îro li Rojava tên kirin perçeyekî planeke berfireh in.”   DEMA ÊRİŞAN BI WATEDAR E   Muslim, bal kişand ku dema êrişan bi watedar e û wiha berdewam kir: “Çalakiya Enqereyê kirin hincet û dest bi êrişan kirin. Lê ne dûr û ne nêz eleqeya Rojava bi êrişê nîne. Dewleta tirk ji berê ve dema êriş dike ji xwe re hincetan digire. Kesên çalakî lidarxistin derketin gotin ‘me kiriye’. Êrişên di meha cotmehê de hatine kirin bi watedar in. 9’ê Cotmehê salvegera Peymana Şengalê ye, DAIŞ’ê di meha cotmehê de êrişî Kobanê kir. Salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye. Komploya Navneteweyî di 9’ê cotmehê de xistin meriyetê. Peyama hate xwestin bê dayîn ev e; em komployê didomînin. Dewleta tirk ji berê ve êrişan girêdayî paşeroja wan a dîrokî pêk tîne.”   HELWESTA KOALÎSYONA NAVNETEWÎ Û RÛSYAYÊ    Muslim, helwesta Koalîsyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞ’ê û Rûsyayê nirxand û wiha bi lêv kir: “Ew ne li tu aliyan e, temaşe dikin. Gotineke kurdî heye; Xwediyê gurê dev bixwîn. Dewleta tirk her tim çi Amerîka û çi Rûsya be, her tim bi şantajê dixwaze tiştekî bike. Bi gotina ‘Heke tu wisa bikî ez jî dê wiha bikim’ karên xwe bi rê ve dibe. Niha jî li dijî van şantajan temaşevan in. Çend kurd mirine ne di xema wan de ye. Kesên dimirin zarokên me ne. Li dijî şantajan guhên xwe digirin. Daxuyaniyên ‘em şermezar dikin, bi fikar in’ didin lê tê re nakin, sivîl hêj dimirin.”   ‘BILA NE LI BENDÊ BIN KU TEHAMUL BIKIN’    Muslim ê got ku “Heke hûn psîkekê têxin quncekî û bi ser de biçin dê we aciz bike. Bila kes li bendê nebin ku em ê heta dawiyê tehamul bikin” axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji berxwedanê bêtir tu vebijêrkên me nînin. Em hewl didin ku her tişt xerabtir nebe. Em naxwazin şer berdewam bike û mirin çêbibin. Em bi hêzên navnetewî re hevdîtinan dikin. Ji ber dewleta tirk di siyaseta navxweyî û ya derve de tengav bûye êriş dike. Pirsgirêka dewleta tirk bi dawî dibe, dê ji cihekê biteqe. Em jî li benda wê ne. Ji ber komploya 9’ê Cotmehê negihişt armanca xwe berdewam dike. Êrişên îro çêdibin girêdayî van in. Ji ber wê kurd û dostên wan divê li her qadê hem li dijî komployê hem li dijî êrişan bertekên xwe nîşan bidin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li dijî hemû êrişan li ber xwe didin, girîng e ku xwedî li vê berxwedanê bê derketin. Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin.”   MA / Emrûllah Acar