‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’ 2023-10-09 12:27:19   RIHA - Hatîce Çevîk a di Komkujiya Gara Enqereyê de keça xwe û dişa xwe winda kir û ew bi xwe jî birîndar bû diyar kir ku jiyana wan weke beriya 10'ê Cotmehê û piştî wê bûye du parçe.   Di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) de hate xwestin di 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Enqereyê “Mîtînga Ked, Demokrasî û Aştiyê” pêk bînin. Lê DAIŞ’ê li dijî mîtîngê êrişeke bombeyî li dar xist û 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 500 kesan jî birîndar bûn. Di ser Komkujiya Gara Enqereyê re 8 sal derbas bûn. Di ketina Enqereyê de noxteyên lêgerînê yên bombeyên zindî rawestînin hatin bêbandor kirin lê di vê pêvajoya derbasbûyî de yek peywîrdarê cemaweriyê yê di komkujiyê de berpirsyariya wî heye nehate darizandin.    Bi ser re 8 sal derbas bibin jî ji ber edalet pêk nehat ne birîn hatin dermankirin ne jî êş bi dawî bûn.    8 SAL BI SER RE DERBAS BÛN    Hevjînên hev Hatîce û Îzzettîn Çevîk ên di êrişê de keça xwe Başak Sîdar Çevîk winda kirin, yek ji malbatên bi salane têkoşîna edaletê didinin. Hatîce Çevîk a wê rojê keça xwe û dişa xwe Nîlgun Çevîk winda kir di êrişê de ji lingê xwe û çavê xwe yê çepê birîndar bû. Çevîk a çavê wê yê çepê baş nabîne, hin rêze emeliyat derbas kirin. Çevîk a di Hilbijartina Herêmî ya 2019’an de ji navçeya Pirsûs a Rihayê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke hevşaredar hate hilbijartin, piştî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şûna wî hate kirin di 20’ê mijdara 2019’an de hate girtin û şandin girtîgehê. Çevîk piştî darizandina 4 salan ji hemû sucdariyan beraet bike jî hêj îadeyî peywîra xwe nehate kirin.    Çevîk, tiştên di 8 salan de qewimîn û çîroka wêneyê wan ê li qadê ku bû “sembola komkujiyê” ji ajansa me re vegot.    BERIYA 10’Ê COTMEHÊ Û PIŞTÎ WÊ    Çevîk, diyar kir ku Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê di jiyana wan de bûye xaleke werçerxê û jiyana wan kiriye du parçe. Çevîk, anî ziman ku weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê dijîn û wiha got: “Beriya 10’ê Cotmehê di jiyana me de her tişt gelek cuda bû lê piştî 10’ê cotmehê yekane armanca me heye; têkoşîn, hesab pirsîna canên me windakirin û bikin ku faîlên esas bên darizandin. Li holê ye ku komkujî çima, ji bo çi hatiye kirin. Sedemê me yê jiyînê derxistina holê ya faîlan e. Ji bo ku komkujiyên din neyên jiyîn em dixwazin komkujî were ronîkirin.”   ‘POLÎS LI WIR TUNE BÛN’    Çevîk, destnîşan kir ku bi hêviya aştiyê çûbûn mîtîngê û tiştên wê rojê qewimîn wiha vegot: “Keça min li zanîngehê di pola dawî de bû. Di jiyana xwe de cara ewil tev li mîtîngê dibû. Bi coşek û israreke mezin xwest were. Dişa min a ji aliyê tenduristiyê ve aciz bû jî tevî hemû israrên me jî got ‘ez jî dê bêm’ û xwest tev li mitîngê bibe. Ji her derê Tirkiyeyê mirov weke lehiyê diherikîn. Me di rê de govend gerandin. Qet di hişê me de derbas nedibû ku em ê bên kuştin. Gaz dihat avêtin, mudaxile dihate kirin lê nehate bîra me ku dê bombe biteqin. Em ji Rihayê bi rê ketin heta Enqereyê carekê jî em ne rawestandin. Tevî ku mitîngeke bi destûr jî bû me yek noxteya lêgerînê nedît. Polîs di holê de tune bûn. Wesayîtên bombe tê de bûn beriya me hatibûn Enqereyê. Beriya niha keşif kirine. Komkujiyên Pirsûs, Amed û Dîlokê çêbûn û nehatin ronîkirin. Kesên komkujiya Pirsûs û Enqereyê kirin bira derketin.”   ÇÎROKA WÎ WÊNEYÎ   Çevîk, anî ziman ku tevî evqas dem bi ser komkujiyê re derbas bûye jî nikare li wêneyan binêre û têkildarî wêneyê wê yê bi hevjînê wê re ku bû sîmgeya teqînê ev tişt gotin: “Wê demê perçeyek bi çavê min ketibû û min nedidît. Min bi her du destên xwe çavên xwe vekirin û hewl da keça xwe bibînim. Min qîr kir lê dengê min nehate min. Min dengê xwe jî nebihîst. Dema min çavekî xwe vekir, tiştên qewimîn dikarî bibînim. Min ewilî got ku ava biherî avêtin ser me. Min hewl da keça xwe bibinim, hin kesan hewl da min têxin ambûlansê lê min nedikarî ji cihê xwe bilivim. Min got ‘heta keça xwe nebinim bi derekê ve naçim’. Heta kum in keça xwe û dişa xwe nedîtibûya min nedikarî bi cihekê ve biçim. Em demekî dirêj li wir man û ji ber vê yekê ew wêne hate kişandin. Dema min fêm kir ku keça min jiyana xwe ji dest daye ez ji ser hişê xwe çûm. Ez çawa ji meydanê derketim nizanim. Tişteke wehş bû.”   ‘DAVÛTOGLÛ HÊJ NEAXIVÎ YE’    Çevîk a qala têkoşîna xwe ya edaletê ya têkildarî komkujiyê kir, têkildarî darizandina hate kirin wiha got: “Hêviya edaletê heye. Heke hesta edaletê nebe, baweriya me ya dê ji berpirsyaran hesab were pirsîn nebe em nikarin bijîn. Îfadeyên bersûcan mirovan têxe şoqê. Dîmenên Ahmet Guneş ê piştî hate girtin 6 mehan şun de hate berdan derketin holê. Di dadgehê de heta niha 3 şande hatin guhertin. Şande tên guhertin lê ji ber hişmendiya wan eynî ye daxwazên me her tim tên redkirin. Bi şopandina dozê em hîn bûn ku DAIŞ rêxistineke çawa ye. Berpirsyartiya cemaweriyê heye û naxwazin ev berpirsyartî derkeve holê. Daxuyaniyên Serokwezîrê Demê Ahmet Davûtoglû li holê ne. Got ‘Ez biaxivim dê erd biheje’ lê neaxivî. Daxwaza guhdarkirina wî her tim hate redkirin. Personelên cemaweriyê nehatin darizandin. Hêviya me bi edaletê heye. Em difikirin ku dadger in adil jî hene. Rojekê wê teqez her tişt derkeve holê.”   8 SAL IN BÎRDARÎ NEHATE ÇÊKIRIN   Çevîk, bal kişand ku li qada ku komkujî lê pêk hat tevî 8 sal derbas bûn jî bîrdariyek nehate çêkirin û wiha berdewam kir: “10’ê Cotmehê roja sêşemê dê li qadê dîsa bîranîn were kirin. Em bang li herkesê dikin ku tev li bîranînê bibin. Bîrdariyek hêj nîne. Bîrdariyeke maket heye û ew jî gelek caran êriş lê hate kirin. Hişmendiyeke tehamula wan bi wêneyan jî nîne. Derbasbûna wesayîtan a ji wê meydanê, bikaranîna wê ya xaçerêyeke ji rêzê me xemgîn dike. Mirov di wê rêyê de mirin. Di wê rêyê de xwîna mirovan heye. Derbasbûna wesayîtan a bi ser xwîna mirovan re me xemgîn dike. Em dixwazin ew qad weke qadeke bîrdariyê bê çêkirin. Em ji bo vê di nava hewldanan de ne. Lê 8 sal in ji bo bêhiş bihêlin nayê çêkirin. Dixwazin hafizayê ji holê rabikin. Ji bo bîrdarî were çêkirin gelek pêşbirk hatin kirin lê yek jî nehate çêkirin. Komkujî li dijî herkesên ku aştî dixwest bû. Pirsgirêka gelan bi hev re nîne, kesên ji gengeşiyê sûdê digirin hene. Pêşeroja Tirkiyeyê di destê me de ye.”   MA / Emrûllah Acar