Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin 2023-10-09 12:01:30 AMED - Li Amedê bi pêşengiya KCD, TJA, DBP û MED TUHAD-FED’ê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, hat şermezarkirin. Girseyê dilsoziya xwe ya bi Ocalan re anî ziman û xwestin demildest tecrîd bê rakirin  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komployek navneteweyî de 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê hat derxistin. Komployê 25 sal li pey xwe hişt. Di 15’ê Sibata 1999’an de jî di encama vê komployê de hat dîlgirtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji sala 99’an vir ve di Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê de tê ragirtin. 31 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan û sê girtiyên cem wî nayê girtin.    Li bajarê Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” daxuyanî hat dayîn û komplo hat şermezarkirin.   Ji bajarên wek Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Wan, Riha, Erzirom, Colemêrgê siyasetmedar û welatî tev li çalakiya protestoyê bûn.   Girseya ku li Dortyola navçeya Rezanê kom bû, di nav girseyê de parlamenterên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya, Serhat Eren û Halîde Turkoglû jî hene. Girseyê xwest ber bi Parka Koşûyolû ve bimeşe, lê polîsan pêşiya girseyê girt.   GEL LI KOŞÛYOLÛYÊ KOM BÛ    Di heman kêliyan de Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan, Sirri Sakik, Bêrîtan Guneş, Gulistan Kiliç Koçyîgît û Ceylan Akşa jî di nav de girseyek qelebalix li Parka Koşûyolû kom bûn. Polîsan girseyê û siyasetmedaran dorpêç kir û gotin ku ew ê destûrê nedin çalakiyê. Hincet jî biryara qedexekirina çalakiyan a walîtiya Amedê nîşandan. Li seranserî parkê girseya ku hat dorpêçkirin bênavber berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" olan dan.    OMER OCALAN: ÇARESERÎ LI CEM BIRÊZ OCALAN E    Parlamenter Omer Ocalan nerazîbûn nîşanî astengî û êrişên polîsan da û got: “Kes nikare vê zilmê, îşkenceyê û zextan bi me bide qebûlkirin. Dewleta ku di salên 2013-2015’an de şandeya rayedaran dişand cem birêz Abdullah Ocalan, îro li Amedê çalakiya protestoyê asteng dike. Em li vir in, em ji her demê bêtir xurttir in. Yên ku îşkence li gelê me dikin, pitşevanê DAIŞ’ê ne. Em li dijî qetlîaman in, em alîgirên çareseriyê ne. Rêya çareseriya di ba birêz Ocalan de derbas dibe. Dewlet jî viy baş dizane. Hûn wekîlên vî gelê dorpêç dikin lê hûn li pişt qetlîamkeran in. Em di siyaseta demokratîk de israr dikin. Em ê her li vir bin.”    LI NAV KUÇEYAN MEŞ Û ÇALAKÎ   Girseya li ser Cadeya Koşûyolû kom bûbû bi lêdana çepikan dorpêç û komployê şermezar kir. Girseyê bênavber dirûşmên wek “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Girseya li vir paşê li nava kuçeyên taxa Kayartepeyê belav bû û dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin.   BINÇAVKIRIN    Di çalakiyê de nêzî 50 kesî hatin binçavkirin. Ciwan û dayik û welatiyên extiyar jî di nav binçavkiriyan de hene.    LI TAXA 5 NÎSANÊ MEŞ    Li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezanê welatiyên li hev kom bûn, pankarta nivîsa “Em dê faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin” vekirin û dest bi meşêk irin. Meşê ji ser cadeya Nukhet Coşkûn dest pê kir û welatî û dikandaran jî destek da meşê. Di meşê de dirûşmên wek “Bijî berxwedana Îmrali”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kirin. Welatiyan ji pencere û şaneşînên mala xwe destek da meşê. Meş li ber Nexweşxaneya Taybet a Baglarê bi dawî bû.    POLÎSAN GIRSEYA BISMILÊ ASTENG KIR    Li aliyê din girseya ku xwet ji navçeya Bismilê were Parka Koşûyolû li ser rêya Bismilê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Polîsan biryara qedexekirina çalakiyan a walîtiyê nîşan da û destûr neda ku girse ji Bismilê bê Amedê.    Li Parka Koşûyolûyê heya ku daxuyanî hat dayîn, dorpêçkirina girseyê berdewam kir.