Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye 2023-10-09 09:07:37   RIHA - Endamê Meclisa Giştî yê PYD'ê Ehmed Xocê tekildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê diyar kir ku armanc statuya kurdan e û destnîşan kir ku li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye.    Piştî çalakiya 1'ê cotmehê ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan bi daxuyaniyekê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Piştî daxuyaniya Fîdan Tirkiyeyê êriş bir ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û ev êriş hê jî berdewam dikin. Di êrişên ku 4'ê Cotmehê destpêkirin de dewleta tirk, binesaziyên herêmê yên weke, dibistan, kargeh, nexweşxane, bendav, îstasyonên avê, ceyranê û stomeniyê hedef girtin. Di encama êrişên bênavber ên SÎHA'yan de bi dehan sivîl jî hatin qetil kirin.   Endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Ehmed Xoce têkildarî êrişên dewleta tirk û bêdengiya dewletên navneteweyî ji ajansa me re axivî.    'ARMANC STATÛYA KURDAN E'   Ehmed Xocê bi lêv kir ku armanca êrişan pergala Modernîteya Demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatiyê demezirandin û statuya kurdan e. Xoce, bi bîr xist ku tevî tu eleqeya teqîna Stenbolê bi Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tune bû jî Tirkiyeyê êriş bir ser Bakur û Rojhilatê û Suriyeyê û niha jî weke wê deme ji bo êrişan hincetan digere. Xoce, axaftina xwe wiha domand: "Teqîna dawî ya Enqereyê jî ji xwe re kirin hincet û tevî daxuyaniya Rêveberiya Xweser ku ev êriş ji aliyê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ve pêk nehatiyê jî li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êrişeke berfireh dan destpêkirin. Bi tank, top û balafirên xwe rojane li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê welatiyan qetil dikin û binesaziya herême tune dikin. Li herêma Şehbayê heta herêmên Derikê û sînorên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êriş pêk anîn. Armaca wan jî aboriya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku welatî pêdiviyên xwe yên jiyanê dabin dikin bi qedînin. Bi qedandina aboriya Rojava dixwazin pergala li vir tune bikin."   DIXWAZIN PROJEYA OSMANIYAN PÊK BÎNIN'   Di berdewama axaftina xwe de Xocê diyar kir ku dewleta tirk bi tune kirina statûya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re dixwazê planên xwe yên mîsak-ı mîlliyê pêk bînê û wiha pê dê çû: "Dewleta tirk gelek caran ji bo hilweşandina pergala li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hewl da lê bi serneket. Ji ber ku serneket jî aciz bû û ji xwe re teqîna Enqereyê kir hincet û êrişî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir. Dewleta tirk bi awayekî hovane sûcên şer dike. Yanî binesaziya herême ku debara welatiyan li ser pêyda dibe hedef digrin. Sotemenî, bendavên avê, nexweşxanê û cihên gel jê sûd digire hedef digrin. Duh evarê jî balafirên şer bi taybetî êrişî bajarê Kobanê kirin û depo û kargehên çîmento ku ji bo avabûna Kobanê ku piştî şerê DAÎŞ'ê hatibû hilweşandin ji nû ve bê çekirin hedef hat girtin. Bi vê yekê dixwazin gel ji vir koçber bibe û statûya gelê kurd ku bi têkoşîna xwe gihişt vê astê tune bike. Pergala li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hilweşînin û projeya xwe ya mîsak-î milli ya dema Osmaniyan pêk bînin."     BÊDENGIYA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ   Xoce balkişand ser bêdengiya hezên navneteweyî ya li dijî êrişên dewleta tirk û ev tişt gotin: "Planên hezên navneteweyî jî li Rojhilata Navîn hene. Ew jî ji êrişên dewleta tirk razî ne. Ji ber ku tevî li gor qanûnên navneteweyi dewleta tirk li vir sûcên şer dike jî li dijî vê yekê saziyên mafê mirovan ên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) bêdeng in. Hêzên Koalîsyonê ku li herêmê ne jî ji bo berjewendiyên xwe van êrişên Tirkiyeyê erê dikin. Ji ber ku cara yekem li Rojhilata Navîn pergala Modernîteya Demokratîk ku hemû gelan di nava xwe de dihewînê hat ava kirin û ji aliyê gel ve jî hatiyê qebûl kirin. Ev yek jî ne li gor planên wan in. Ew jî projeya demokratîk ji berjewendiyên xwe re asteng dibînin. Ew dixwazin li herêmê şer û pêvçûn hebin. Tevî ku li vir heza koalîsyona navneteweyî heye jî ji van êrişên dewleta tirk re bêdeng in. Ji ber ku ew jî dixwazin pergala ku li vir tê avakirin di bin kontrola wan de be."    'BERXWEDANEKE MEZIN HEYE'   Xocê, destnîşan kir ku ew li dijî van êrişan ji heza xwe bawerin û wiha pê de çû: "Gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tevî êrişên dewleta tirk jî bi girseyî tevli merasîma cenazeyên şehîdan bûn û bê tirs daketin kolanan. Her wiha Rêveberiya Xweser jî tucar xwe ne spartiyê hezên navneteweyî û ji heza xwe bawer e. Ew jî dizanin hezên navneteweyî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Ji van êrişan re amade ye û bi rêxistin kiriye. Ji aliyê parastin û ewlehiyê de gelê li vir amadeyê û bi rêxistin kiriye. Bi balafîran çiqas êriş hatinê kirin jî gel paş ve nekişiya û berxwedanek mezin nîşan da. Li Kobanê her çiqas êriş çebûn jî gel dev ji xaniyên xwe bernedan. Gel bi awayekî vekirî helwesta xwe nîşan da. Dibêjê ez li ser axa xwe me, ez xwedî li statuya xwe derdikevim. Helbet di şoreşê de ev yek jî wê hebin lê li dijî vê yekê berxwedenek mezin jî heye."   BANGAWAZÎ   Xocê diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê di salvegera komploya 9'ê cotmehê de pêk hatine û ev jî giredayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Xocê, têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ev bang li gelê kurd û hezên demokrat ên cihanê kir: "Mifteya çareseriyê îro li Îmraliyê ye. Ji bo wê jî divê di serî de azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were. Sedema van krîz, şer û pevçûnan jî tecrîda li ser Rêber APO yê. Heke gelê kurd li Rojhilata Navîn bêstatu be girêdayî vê yekê. Dixwazin di sedsala Lozanê de li dijî kurdan peymanê dubarê bikin. Ev tecrîd û êriş jî bi vê yekê ve girêdaye. Divê gelê kurd li dijî van êriş û tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo dostên me yên cihanê û hezên demokratîk û civaka navneteweyî jî banga me ew e ku divê ew jî li dijî êrişên dewleta tirk derbikevin. Ji ber ku em faşîzma dewleta tirk dizanin, ew dixwazin projeyên xwe yên Osmaniyan pêk bînin. Ev yek jî ji bo hemû gelê cihanê xetereyeke. Ji bo wê jî derketina li dijî êrişên dewleta tirk erka wan e jî. Divê ew jî hem ji aliyê exlaq û hem jî ji aliyê siyasî vê piştgiriya kurdan bikin."    MA / Mahmût Altintaş