Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in 2023-10-09 09:06:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û nivîskar Fehîm Işik diyar kir ku li Rojhilata Navîn herkes dê qozên di destên xwe de heta dawiyê bikarbînin û diyar kir ku bêdengiya rêxistinên çep ên gelê Filistînê diparêzin a li dijî êrişên li Rojava sivîlan hedef digirin weke “durûtiyê” penase kir.    Li Enqereyê piştî çalakiya di 1’ê cotmehê de pêk hat, dewleta tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Êrişên dewleta tirk di 4’ê cotmehê de dane dest pê kirin didomin. Di van êrişan de gelek avahiyên xizmetê yên weke dibistan, nexweşxane, bendav, îstasyonên av, ceyran û petrolê, binesazî û seravahî hedef hatin girtin herî kêm 110 herêm bi balafirên şer û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) hatin bombebarankirin.    Êrişên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan bi berfirehî didomin. Tûgayên El Qassam ê baskê çekdar ê Hamasê li Şerîda Gazeyê ya di bin dorpêça Îsraîlê de ye, li dijî Îsraîlê êrişek da destpêkirin. Ji ber pevçûn û bombebaranan hem li Îsraîlê hem jî li Filistînê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, gelek leşker û sivîl ên Îsraîlî jî dîl hatin girtin. Geşedanên bi operasyona Hamasê pêk hatin jî di raya giştî ya netewî û navnetewî de ku li dijî êrişên bi rojane gelên Rojava hedef digirin bêdeng in, deng veda.    Rojnamevan û nivîskar Fehîm Işik ê ji ajansa me re axivî, ev rewş weke “durûtiyê” nirxand.    ‘KÎ BI KÊ RE DOST E?’   Işik, diyar kir ku demekî dirêje siyaseta li Rojhilata Navîn bi awayekî anormal dimeşe û wiha got: “Hûn nikarin bi hêsanî texmîn bikin bê kî bi kê re dost e û kî bi kê re dijmin e. Vê yekê di rojên dawî de careke din xwe nîşan da. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ragihand ku Tabûra Nemiran a girêdayî HPG’ê êrîşa li dijî Wezareta Karên Hundir a Enqereyê pêk aniye. Di wê daxuyaniyê de bal kişandibûn ser wê yekê ku ew xwedî wê hêzê ne ku eger were xwestin bi guhertina dem û cihê xwe re karên bêtir bi kuştin bikin. Ji vê daxuyaniyê tê famkirin ku; PKK'ê, ji bo rê li ber çareseriya siyasî veke, çalakiyeke hişyarkirinê ya bi bandor tercîh kiriye. Piştî êrişê, derdorên ku xwe weke çepgir an jî sosyalîst pênase dikin, çalakî şermezar kirin û hin ji wan jî weke 'êrîşa terorîstî' nirxandin. Beşeke ku îdîa dike kurd in an jî alîgirê kurdan e, li pişt desthilata Erdogan ketine rêzê.”   Işik, bi bîr xist ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan piştî êrişê got ku bêyî cudahiyê bixin navbera kesên çekdar û sivîlan dê bombeyan li herkesê bibarînin û hemû binesazî û seravahiyan hedef bigirin û wiha berdewam kir: “Di vê daxuyaniya xwe de bêyî nav bide gef li Amerîkayê xwarin. Tişta digot kirin û piştî daxuyaniyê 8-10 saetan li dijî Rojava êrişên berfireh dan destpêkirin. Li nexweşxane, îbadetxane, kargeh, tesîsên hilberînê, kooperatîf, rê, li her tiştên ku bê bîra we xistin. Ev êriş hêj didomin. Êriş bi Rojava re sînor neman. Başurê Kurdistanê jî bû hedefa êrişan.”   ‘DURÛTÎ HEYE’    Işik, anî ziman ku di demeke êrişên li dijî kurdan ên li Rojava û Başûr didomin de, Hamasê li dijî Îsraîlê êrişek da destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tûgayên El-Qassam, ji gelek noxteyan derbasî qadên dagirkirî bûn û sivîl jî di nav de gelek îsraîlî kuştin, bi sedan dîl girtin. Kesên çalakiya PKK’ê weke ‘teror’ bi nav kirin li pişt komkujiya hovane ya Hamasê ya li dijî sivîlan sekinîn û pîroz kirin. Kesên li dijî komkujiya hovane ya li dijî Rojava dengê xwe dernexistin, kor û ker bûn, li dijî êrişên Îsraîlê piştî çalakiya Hamasê dan destpêkirin daxuyaniyên herî tund kirin û diyar kirin ku li cem gelê Filistînê ne. Belê mirov li cem gelê Filistînê be û piştgiriya têkoşîna wan bike rast e lê hewce nake mirov hovitiya Hamasê silav bike.”   ‘JI KURDAN RE BÊDENG IN JI FILISTÎNÊ RE XURT IN’    Işik, bi lêv kir ku daxuyaniya herî balkêş Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ya bi rojan li dijî êrişên li ser Rojava bêdeng ma kir û wiha lê zêde kir: “TÎP’ê têkildarî êrişên li dijî Rojava yek daxuyanî jî nedabû. Di vê mijarê de bi temamî kor û ker bû. Piştî çalakiya Hamasê biryar da ku daxuyaniyê bide. Ewilî bi helwesteke şermokî êrişên li dijî Rojava şermezar kir, dû re bi gotinên zelal piştevaniya têkoşîna gelê Filistînê û serxwebûna Filistînê kir. An ku di esasê xwe de TÎP’ê qûrnaztiyeke siyasî kir. Ji bo ku xwe di rewşeke zor de nehêle ji bo Rojava daxuyanî da pişt re têkildarî Filistînê jî hemû kevirên di tûrikê xwe de rêtin. Heman daxuyanî ji hin rêxistinên din ên çep jî hatin kirin. Hin derdorên çepa tirk ê bi awayekî şermokî piştevaniya kurdan kirin, bi awayekî xurt li pişt çalakiya Hamasê sekinîn.”   Işik, ev helwest weke “durûtî” nirxand û îşaret kir ku ev yek tenê bi zexta Erdogan nikare were vegotin. Işik, diyar kir ku li Rojhilata Navîn rojeveke germ heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herkes heta dawiyê qozên di destên xwe de bikartînin. Ev serdeme girîng in. Her daxuyaniyên di van serdeman de tên dayîn, her gavên tên avêtin dê bêguman pêşerojê jî diyar bikin.”   MA / Yusra Batihan