Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir 2023-10-08 21:27:57   AMED - Amedspor a di Koma Sor a Lîga 2’yemîn de têdikoşe, li sehaya xwe Derîncespor 2 û 1 têk bir. Amedspor a di Koma Sor ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe di hefteya 7’emîn de li li Stadyûma xwe ya Tahîr Elçî ya li navçeya Peyasa Amedê bi Derîncesporê re lîst. Amedsporê beşa maçê ya ewil bi golên Ûgûr Adem Gezer 2 û 0 ket pêşiyê. Derîncesporê di beşa duyemîn a maçê de di deqîqeya 85’emîn de bi gola Volkan Altinsoy skor kir 2 û 1. Piştî ku di maçê de tu golên din nehatin avêtin, Amedsporê maç 2 û 1 qezenç kir.