Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin 2023-10-08 14:25:16   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di kongreya SES’ê de axivî û wiha got: “Tecrîd, di heman demê de pirsgirêka tenduristiyê ye. Divê heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî dibe em têbikoşin.”    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê 11’emîn Kongreya Asayî l hotêleke li navçeya Sûrê li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li kongreyê bûn.    ‘EM Ê BI SER KEVIN’    Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kedkarên tenduristiyê yên di dîrokên cuda jiyana xwe ji dest dayîn û hatine qetilkirin dest pê kir. Piştî hilbijartina endamên dîwanê, sînevîzyoneke ku têkoşîna SES’ê vedibêje hate pêşandan. Piştre jî Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken axivî û balkişand ser qedexe, binçavkirin û zextan. Guldîken, diyar kir ku îktîdar mafê jiyanê nade gelê kurd û hemwelatiyên din û wiha got: “Em ê bi ser kevin, teqez dê bi ser kevin.”    PEVÇÛNA ÎSRAÎL-FILISTÎN    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî bal kişand ser pevçûnên li seranserî cîhanê. Aydenîz, wiha domand: “Îro Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye. Ev şer, bi şerê Ûkrayna-Rûsyayê dest pê nekir. Her wiha tenê bi şerê Filistîn-Îsraîlê yê ku di roj in didome dest pê nekir. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ev 30 sal in li Rojhilata Navîn û Kurdistanê didome. Sedema vî şerî pergala netewedewletê ye. Divê şerê di navbera Ûkrayna-Rûsyayê û Îsraîl-Filistînê de jî ji vî alî ve were nirxandin.”    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Aydenîz, bi domdarî qala tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û ev tişt anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê îro li ser tevahiya civakê tê meşandin. Tecrîd, di heman demê de pirsgirêkeke tenduristiyê ye. Lewma divê em li her qada jiyanê li dijî tecrîdê derkevin û heta tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî dibe jî têbikoşin.”    ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJAVA    Bi domdarî Aydenîz destnîşan kilr ku sedema krîzên siyasî, civakî û aborî yên li Tirkiyeyê dijminatiya li dijî kurdan e û axaftina xwe wiha qedand: “Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin, êrişî wir dikin. Îktîdara AKP-MHP’ê îro êrişî ziman, çand û statûya kurdan dike. Îro li Rojava stasyonên ceyran, petrolê û depoyên dexl û avê tên bombebarankirin. Ev yek, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev yek nîşan dide ku şerê wan, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Dewleta tirk ji ber dijminatiya xwe ya li dijî gelê kurd, li Başûr û Rojava li dijî mirovahiyê sûc dike. Lewma şer, pirsgirêkeke tenduristiyê ye.”    Piştî axaftina Aydenîz, peyama Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin û girtî ye hate xwendin. Piştre jî ji bo rêveberiya nû ya SES’ê hilbijartin hate kirin.