Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya 2023-10-08 13:09:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Mexmûrê li dijî êrişên dewleta tirk meşiyan û êriş protesto kirin.   Dewleta tirk şevê din bi Balefirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Di êrişê de mizgeftek hedef hat girtin. Di encama êrişê de jinek û 2 zarokên wê birîndar bûn. Şêniyên wargehê di nava wargehê de meşek li dar xistin û êriş şermezar kirin.   Meş heya noqteya têketina kampê ya hêzên artêşa Iraqê domiya.