Dînçer piştî 30 salan hate berdan 2023-10-08 12:03:04   DÎL0K - Mehmet Erdogan Dînçer ku li Girtîgeha piştî 30 salên ji girtîgehê li girtîgeha Nîzîpê tahliye bû.    Mehmet Erdogan Dînçer di sala 1993’yan de li Colemêrgê bi hinceta “Endamtiya rêxistinê’ hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Dînçer ku li Girtîgeha Tîpa T a Nîzîpê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Di nava 30 salan de Dînçer li girtîgehên weke Colemêrg, Amed, Dîlok, Kalkandere, Siwêreg û Nîzîpê hate ragirtin. Dînçer, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dîlokê, Partiya Çepên Kesk a Rihayê, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (0HD) ve bi çepikan hate pêşwazîkirn.    Dînçer yek bi yek hemû kesên ji bo pêşwazîkirina wî hatibûn hembêz kir û piştre tevî malbata xwe ber bi Elbak a Wanê ve kete rê.