Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin 2023-10-08 09:39:47   WAN - Qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di 5 salên dawî de gelek erse û malên şaredariyê dewrî saziyên cuda kirin.    Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wan ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, çavkaniyên ji bo xizmeta gel nayên bikaranîn an pêşkêşî alîgiran tên kirin an jî dewrî saziyên giştî tên kirin. Rêveberiyên qeyûman ku heya niha gelek erseyên şaredariyê firotine, ji bo rantê jî gelek planên îmraê amade kirine.    Qeyûmê niha û yên berê gelek erse û û malên şaredariyê bi guherandina planan dewrî saziyên din kirin. Di navebar 2017-2023'yan de erseyên girîng ên şaredariyê ji bo 49 salan dewrî 25 saziyan hatin kirin. Erseyên hatine dewrkirin di ser 2 milyon metrekareyê re ne.    Rêveberiya qeyûm piraniya erseyan dewrî Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr, Miftîtiya Bajêr, Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr û Midûriyeta Turzmê ya Bajêr kirin.    TESÎSA MEZIN A BAJÊR HAT DEWRKIRIN   Piraniya Parka Şitilan ku di dema rêveberiya BDP'ê de hîmê wê hatibû danîn û yek ji projeyên herî girîng ên bajêr bû, ji bo 25 salan dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr hat kirin.    Li Taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtanê avahiya li ser sê blokan ku tê de qada fûtbolê, voleybolê û kortên tenîsê hene û 700 hezar metrekare ye, di 14'ê Çielay 2022'yan de dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr hat kirin û navenda çandê, pirtûkxane û qadên civakî-çandî yên din ên di nava parkê de jî di 19'ê Îlona 2021'ê de ji bo 25 salan dewrî Midûriyeta Turûzmê ya Bajêr hat kirin.    Ji hin mal û milkên şaredariyê yên ku rêveberiya qeyûm di navbera 2017-2023'yan de ew dewr kirine ev in:    * Li Taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê qadeke hezar û 665 metrekare ji bo 12 salan dewrî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin.    * Li Taxa Şemsîbey a navçeya Tûşbayê qadeke 18 hezar û 169 metrekare ji bo 12 salan dewrî VASKÎ'yê hat kirin.    * Li Taxa Şemsîbey a navçeya Tûşbayê qadeke 17 hezar û 800 metrekare ji bo 25 salan dewrî VASKÎ'yê hat kirin.    * Li Taxa Beyuzumê ya navçeya Tûşbayê qadeke 14 hezar û 29 metrekare, li Taxa Suphanê ya navçeya Artemêtanê qadeke 4 hezar û 435 metrekare û li Taxa Akkopru ya navçeya Tûşbayê qadeke 10 hezar û 184 metrekare ji bo 25 salan dewrî Xezîneya Maliyeyê hatin kirin.    2018    * Li Taxa Suphanê ya navçeya Artemêtanê qadeke hezar û 290 metrekare ji bo 25 salan dewrî Serokatiya Karên diyanetê hat kirin.    * Li Taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê qadeke 5 hezar û 214 metrekare ji bo 25 salan dewrî Xezîneya Maliyeyê hat kirin.    * Li Taxa Şemsîbey a navçeya Tûşbayê qadeke hezar û 389 metrekare ji bo 25 salan dewrî Şaredariya Tûşbayê hat kirin.    * Li Taxa Şaxê ya Bahçelîevelerê qadeke 2 hezar û 668 metrekare jib o 25 salan dewrî Şaredariya Şaxê hat kirin.    2019    * Li Taxa Kiyicakê ya navçeya Aretmêtanê qadeke 14 hezar û 206 metrekare ji bo 10 salan dewrî Şaredariya Artemêtanê hat kirin.    * Li Taxa Bardakçi ya navçeya Tûşbayê qadeke 7 hezar û 865 metrekare ji bo 25 salan dewrî Şaredariya Tûşbayê hat kirin.    * Li Taxa Suphanê ya navçeya Artemêtanê qadeke 3 hezar û 195 metrekare ji bo 20 salan dewrî Midûriyeta Xebat û Civakê ya Bajêr hat kirin.    2020    * Li Taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê qadeke 4 hezar û 390 metrekare ji bo 25 salan dewrî Midûriyeta Çand û Turîzmê hat kirin.    * Li Taxa Yenîmahale ya navçeya Aretmêtanê qadeke 12 hezar û 465 metrekare ji bo 10 salan dewrî Şaredariya Artemêtanê hat kirin.    2021-2022-2023    * Li Taxa Suphanê ya navçeya Artemêtanê qadeke 6 hezar û 419 metrekare û qadeke 5 hezar û 600 metrekare ji bo 10 salan dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr hat kirin.    * Li Taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtanê avahiya li ser sê blokan ku tê de qada fûtbolê, voleybolê û kortên tenîsê hene û 700 hezar metrekare ye û avahiyeke du qatî ya li ser 6 blokan jı bo 25 salan dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr hat kirin.    * Lı Taxa Altıntepe ya navçeya Tüşbayö qadeke 2 hezar ü 730 metrekare jı bo 25 salan dewri Mıdürıyeta Perwerdheıya Neteweyi hat kirin.    * Li Taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtanê qadeke 26 hezar û 458 metrekare ji bo 25 salan dewrî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî hat kirin.