ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN 2023-10-08 09:00:26   * Rojnamevan Ahmet Kanbal anî ziman ku bi binçavkirin û lêpirsînan xebatên wî tên astengkirin û got: "Ev operasyon ji bo xapandina raya giştî bû."    * Seroka Lijneya Jinan a Rêveberiya Xweser Adalet Omer ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin, got: "Komplo, bi êrişên li ser xaka ku fikrên birêz Ocalan lê aj dane tê domandin." ,   * Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê anî ziman ku pêvajoya pevçûnî ya li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinan bênavber didome û got: "Refleksa rêxistinkirî nakeve dafika polîtîkayên şerê taybet û em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî ya sînornenas li hemberî van polîtîkayan bisekinin."    * Alî Bîlen diyar kir ku armanca komploya navdewletî afirandina cîhaneke ji Abdullah Ocalan xalî ye û got ku bi çalakiya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" xelekeke ji êgir çêkirine.    * Zanyara siyasetê Fernaz Attîa ya ji Misirê anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikirên xwe bandor li hemû jinên cîhanê kiriye û got ku paradîgmaya wî ya li ser esasê azadiya jinê, ekolojiyê û demokratîkbûyînê mifteya wekheviyê ye.   * Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û demokratîk ên Stenbolê dê bi dirûşma “Ji bo şikandina tecrîdê em ber bi azadiyê ve dimeşin” li pêşiya Peykerê Boga bên ba hev û meşê li dar bixin. (13.00) ZINDΠ   * “Komxebata Polîtîkayên Jinan ên Rêveberiyên Herêmî” ya Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk û HDP’ê ya li Silopiyaya Şirnexê tê lidarxistin dê di roja duyemîn de bidome. (09.00-17.00)   * Şaxa SES’ê ya Amedê dê 11’emîn Kongreya Asayî li Hotêla Demîr li dar bixe. (09.30-17.00)   * 1’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kolana Hunerê ya Amedê ku bi dirûşma “Em xwedî li çand, huner û kolana xwe derdikevin” tê lidarxistin dê di roja dawî de bidome. (10.00-19.00)   * Amedspor dê li sehaya xwe bi Derîncesporê bilîze. (19.00)   * Di tûrnûvaya futbolê ya ku ciwanan li Silopiyayê li dijî polîtîkayên şerê taybet dane destpêkirin de dê maçên nîvefînalê bên lîstin. (19.30-21.30)