Dayikên Şemiyê hatin berdan 2023-10-07 17:47:25   STENBOL- Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 18 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin vê hefteyê jî çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê belê polîsan nehişt û ew kelemçe kirin û binçav kirin. 18 kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Navê kesên hatin binçavkirin wiha ye: “Gülseren Yoleri, Ali Ocak, Cem Göncü, Davut Arslan, Doğan Özkan, Fatma Akaltun, Hanife Yıldız, Hatice Onaran, Hüseyin Aygül, İkbal Eren, İrfan Bilgin, Maside Ocak, Mikail Kırbayır, Mustafa Emin Büyükcoşkun, Newroz Ali Tosun, Oya Ersoy, Salim Derelioğlu, Türker Demirci.”