Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan 2023-10-07 16:20:26   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, xwest ku girtiyê nexweşê giran Cemal Tanhan ê 70 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin, demildest bê berdan.    Endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di 474’emîn a çalakiya xwe ya her hefte ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş de careke din hatin bahev. Di çalakiya li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê de pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin.    Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, da zanîn ku li girtîgehan herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene û bal kişand ku rewşa 651’an gelek giran e. Çevîrmen her wiha diyar kir ku di nava 7 mehan de 35 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane.     REWŞA GIRTIYÊ NEXWEŞ TANHAN XERAB DIBE   Çevîrmen, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Cemal Tanhan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin. Çevîrmen, da zanîn ku Tanhan di nameyên şand de ragihandiye ku rewşa wî her ku diçe xerab dibe û qala nexweşiyên wî kir. Çevîrmen, da zanîn ku Tanhan di 2’yê sibatê de sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê hatiye kirin, di 5’ê nîsanê de rapor hatiye amadekirin û tevî nexweşiyên Tanhan ATK’ê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” danê û daxwaza berdana wî qebûl nekiriye.    ‘EM DIXWAZIN TANHAN BÊ BERDAN’    Çevîrmen, anî ziman ku agahî gihiştiye ber destê wan ku Tanhan bi nexweşiya Alzheimerê ketiye û ev tişt got: “Diyar e ku nikare bi tena serê xwe bijî û divê demildest pêvajoya tedawiya wî bê destpêkirin. Ji bo ku li cem malbata xwe, di şertên bitendurist de û li nexweşxaneyeke baş demildest bê dermankirin em dixwazin bê berdan.”