Li Dîlokê jinek hate binçavkirin 2023-10-07 14:27:14   DÎLOK - Li Dîlokê jina bi navê Zekiye Karabûlût ku derbarê wê de biryara lêgerînê hatibû dayîn li mala xwe hate binçavkirin.    Zekiye Karabûlût (55) a ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve derbarê wê de biryara lêgerînê hatibû dayîn li mala xwe ya li Dîlokê hate binçavkirin. Karabûlût a piştî hate binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Dîlokê, j bo kirariyên îfadeyan anîn Edliyeya Dîlokê. Sedema binçavkirina Karabûlût a ku tê payîn dê îfadeya wê saet di 15.00’an de bê wergirtin nehate zanîn.