Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin 2023-10-07 09:11:11   STENBOL - Siyasetmedarên HDP'î û Partiya Çepên Kesk ji bo çalakiya protestokirina komploya navdewletî bang li her kesî kirin û gotin: "Em li Kadikoyê li benda hemû azadîxwaz û aştîxwazan e ku tevlî meşa me ya azadiyê bibin."    Dê di 25'emîn salvegera komploya navdewletî de ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û meşên protestokirinê bên lidarxistin. Li Stenbolê jî dê bi dirûşmeya "Em ji bo şikandina tecrîdê ber bi azadiyê ve dimeşin" di 8'ê Cotmehê de li ber Peykerê Boxe yê li Kadikoyê çalakî bê lidarxistin.    Heverokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûrat Kalmaz û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîk, hemû kesan vexwandin çalakiya ku dê di 8'ê Cotmehê de bê lidarxistin.    ARMANCA SEREKE YA KOMPLOYÊ   Hevserokê HDP'a Stenbolê Mûrat Kalmaz hêzên navdewletê bi komploya 9'ê Cotmehê armanc kirine ku Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û got ku armanca sereke ya komployê hem dîzaynkirina Rojhilata Navîn hem jî bi temamî jiholêrakirina destkeftiyên kurdan ên li Rojhilata Navîn e.    ‘DAXWAZA ME YA SEREKE AZADIYA FÎZÎKÎ YE'   Kalmaz bilêv kir ku bi berxwedana Abdullah Ocalan û gelê kurd komploya navdewletî hatiye pûçkirin û got lê belê ji ber vê tecrîd hatiye pêkanîn. Kalmaz destnîşan kir ku tecrîd niha bi awayekî giran didome û bandorê li tevahiya gelên Tirkiyeyê dike. Kalmaz destnîşan kir ku dê bi meşa 8'ê Cotmehê doza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikin û got: "Em ê di 8'ê Cotmehê de li ber bOxeyê Kadikoyê kom bibin. Em ê meşeke azadiyê li dar bixin ku dê ji her derê Tirkiyeyê mirov tevlî bibin. Em hemû gelê xwe, hemû derdorên sosyalîst  vedixwînin vê meşê."    BANGA JI BO 'MEŞA AZADIYÊ'   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Beser Çelîk jî destnîşan kir ku ji bo rakirian tecrîdê dê ji têkoşînê tawiz nedin  û ji bo meşa ku dê di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê bê lidarxistin wiha bang li raya giştî kir: "Rakirina tecrîdê, tê wateya jiholêrakirina qirkirina jinan, xizanî û zextan. Ji lew re tecrîd îro ro li ber hemû hêzên demokratîk, şoreşgeran û hemû derdorên welêt astengiya herî mezin e. Lewma em ê di 8'ê cotmehê de li Kadikoyê Meşa Azadiyê li dar bixin. Em hemû jin, ciwan, hêzên demokrasiyê, aştîxwaz û azadîxwazan vedixwînin Kadikoyê."