‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye' 2023-10-07 09:09:09   AMED - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re welêt di nava tarîtiyê de fetisiye û her kesî vexwand daxuyaniya ku dê di 9'ê Cotmehê de bê dayîn.    Komploya navdewletî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, 25 sal li dû xwe hiştin. Dê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşmeya "Azadî ji bo birêz Abdullah Ocalan, çareserî ji bo meseleya kurd" li Amedê li Parka Koşûyolûyê çalakî bê lidarxistin. Çalakiya protestokirinê dê di 9'ê Cotmehê saet di 11.00'an de bê lidarxistin.   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn ji bo car din atmosfera aştiyê çêbibe her kesî vexwand çalakiya 9'ê Cotmehê.    ‘KOMPLO BI TECRÎDÊ DIDOME'   Tekîn bilêv kir ku bi komployê re mafên bingehîn ên gelan hedef tên girtin û got: "Çendî ve komplo di 9'ç Cotmeha 1998'an de hatibe kirin jî, li pişt komployê meseleyeke kurd a sed sal in nehatiye çareserkirin heye. Hêzên ku sed sal berê li Rojhilata Navîn sînorên dewletên serdest xêzkirin, piştî sedsalekê li hemberî mîmarê fikra ku ji bo gelan bû hêvî birêz Abdullah Ocalan mudaxileyek dan destpêkirin. Ev mudaxile, niha bi tecrîdê didome."    ‘QANÛNÊN XWE DIECIQÎNIN'   Tekîn anî ziman ku 31 meh in xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku ya tê kirin bêhiqûqîtî ye. Tekîn wiha domand: "Li gor qanûnan girtiyek herî zêde dikare 15 rojan bê tecrîdkirin. Lê li vî welatî 31 meh in xeber ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Ne dikare hevdîtinê bi malbata xwe re ne jî bi parêzerên xwe re bike. A rast Tirkiye bi vê pêkanînê re hem hiqûqa hem hem jî hiqûqa navneteweyî dieciqîne. Em dixwazin dawî li pêkanînên neheq û bêhiqûqî yên di vî warî de bên."    ‘TECRÎDÊ WELÊT DI NAVA TARÎTIYÊ DE FETISAND'   Tekîn diyar kir ku tecrîda girankirî ya li Abdullah Ocalan li seranserê civakê belav bûye û got: "Çendî tecrîd li Îmraliyê dest pê kiribe jî, lê tenê ne kurd sîrayetî tevahiya Tirkiyeyê dike. Li girtîgehan mirina girtiyên nexweş, şewitandina înfazan, şideta li hemberî jinê, xizanî, krîza aborî, qirkirina xwezayê û her wekî din, welêt di nava tarîtiyê de fetisandiye. Lewma em dixwazin li dijî van polîtîkayên ku welêt di nava tarîtiyê de difetisînin, pêvajoyeke çareseriyê ya ji bo aştiyê ji nû ve bê destpêkirin. Ger tecrîd rabe û muzakere ji nû ve dest pê bikin, dê li seranserê welêt atmosfereke aştiyê çêbibe."    Tekîn ji bo daxuyaniya ku dê di 9'ê Cotmehê de bidin bang li her kesî kir û got: "Ji bo car din li vî welatî atmosfera aştiyê çêbibe em ê di 9'ê Cotmehê saet di 11.00'an de daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Ji bo pirsgirêk ji binî ve çareser bibin, em tevahiya gelê xwe vedixwînin daxuyaniyê."