Fadil Şenyaşar nehat berdan 2023-10-06 18:03:56   MELETÎ - Di doza der barê êrişa li malbata Şenyaşarê de, Fadil Şenyaşarê zêdetirî 5 sal in girtiye nehat berdan û danişîn taloqî 12'ê Çileyê hat kirin.    Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêzvanên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ji malbata Şenyşarê 3 kes kuştibûn. Di danişîna 3'yan a doza ku dosyeyên der barê "kargehê" û "naxweşxaneyê" de hatin yekkirin de, li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê hat lidarxistin.    Di dnaişînê de parêzerê malbata Şenyaşarê Hîdayet Enmek pêvajoya li kargehê bi berfirehî vegot. Enmek diyar kir ku Fadil Şenyşara di çarçoveya xweparastinê de xwe û malbata xwe parastiye û got: "Fadil zêdetirî 5 sal in girtiye. Ev garabeteke hiqûqê ye. PIştî bûyerê malbat hat lînçkirin. Malbat hat terorîzekirin. Fadil gava bi birîndarî li odeya dozger bû xebera mirina bavê xwe bihîst û hat girtin. Komkujî li ber çavê hemû erka dewletê pêk hat. Piştî têkoşîna ji bo edaletê ya malbatê doz hat vekirin. Doza kargehê sirf ji bi Fadil neyê berdna zûzûka hat vekirin." Enmek doza berdana Fadil Şenyaşar kir.    Paşê Parlementerê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ku di komkujiyê de bi giranî birîndar bûbû, diyar kir ku dê ev darizandin bibe dîrok û got: "Ne diyar e ku kî Mehmet Şah Yildiz kuştiye. Midûrê midûriyeta polîsan ku wekî şahid hat guhdarkirin navbera wî û malbata Yildiz çawa ye? ÇIma hêzên dewletê yên di dema komkujiyê de xwe li nedîtinê danîn nayên darizandin."    Şenyaşar bilêv kir ku ger birayê wî neyê berdan dê dêya wî Nobeda Edaletê ya li ber Wezareta Dadê didomîne û got: "Demildest divê birayê min bê berdan."    Piştî beyanan ji bo şêwirandinê navber hat dyaîn. Piştî navberê şandeya dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir. Dadgehê biryar da ku bersûcên ku îfadeya wna nehatiye girtin divê dnaişîneke din bên dadgehê û daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kir.    Her wiha dadgehê ji bo daxwaza guhdarkirina li Wezîrê Çandiniyê yê wê demê Ahmet Eşref Fakibaba, Walî Abdûllah Erîn û Midûrê Polîsan Erdme Bîldîrîcî jî biryar da ku dê di danişîneke din de bê nirxandin.   Danişîn taloqî 12'ê Çileya 2023'yan hat kirin. -