Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin 2023-10-06 17:02:40   ENQERE - Ji ber rojnamevanê girtî Firat Can Arslan nûçeya dozger û dadger ên hevjînên hev ku li dosyaya rojnamevanan dinêrî li ser medyaya dîjîtal parve kir, derbarê wî de bi îdiaya “Peywîrdarên cemaweriyê ji rêxistinên terorê re kiriye hedef” doz hate vekirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz, edîtora T24'ê Sîbel Yukler û edîtora Bîanetê Evrîm Kepenek û rojnamaven Evrîm Denîz jî hatibûn binçavkirin. Hat hînkirin ku rojnamevan ji ber ku der barê dozgerê ku îdianameya 18 rojnamevanên li Amedê hatibûn binçavkirin amade kiribû û hevjîna wî endama heyeta dozê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hin parvekirin kirine û "kesên li dijî terorê têdikoşin hedef nîşan dane" hatine binçavkirin. Firat Can Arslan ji heman îdiayê hate girtin, rojnamevan Delal Akyuz, Sîbel Yukler, Evrîm Kepenek û Evrîm Denîz bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Nûçegihanê ajansa me Firat Can Arslan ji ber ku nûçeya dozgerê îdianameya 18 rojnamegerên kurd amade kiribû, hevjîna wî jî dadgerek ku endama şandeya dadgehê bû ku li doza 18 rojnamevanan dinêhirî û wan tayîn kirine retwet kiriye, di 25’ê tîrmehê de bi serdegirtina polîsan a li mala wî ya Enqereyê hate binçavkirin. Nûçegihanê me Arslan ê yek ji rojnamevanên sewqî edliyeyê hate kirin bi îdiaya “Peywîrdarên cemaweriyê ji rêxistinên terorê re kiriye hedef” ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê ya Sulhê ve di heman rojê de hate girtin.    Lêpirsîna derbarê nûçegihanê me Arslan ê ji vê dîrokê ve li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Sîncanê di hucreya yek kesî de tê ragirtin hate temamkirin û îdianame hate amadekirin. Îdianameya hate pêşkeşkirin ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. Danişîna doza Arslan a ewil dê di 31’ê cotmehê de bê lidarxistin.    Di îdianameyê de bi sûcdariya “Peywîrdarên cemaweriyê ji rêxistinên terorê re kiriye hedef” derbarê Arslan de ji salekê heta 3 salan cezayê hefsê tê xwestin.