Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin 2023-10-06 16:48:17   STENBOL - Bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê îro li ser X’yê bi navê “Meşa Azadiyê” xebata tagê bê kirin.    Bi boneya salvegera komploya navnetewî ya di 9’ê cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û 31 meh in agahî jê nayên girtin starta wê hate dayîn dê li Kurdistan û Tirkiyeyê bê şermezar kirin. Komplo dê di 8’ê cotmehê saet 13.00’an de li Qada Boga ya Kadikoyê bê şermezarkirin. Ji bo çalakiya dê roja yekşemê bê kirin dê îşev saet di 21.00’an de li ser platforma medyaya dîjîtal X’yê bi navê “#MeşaAzadiyê” xebata tagê bê kirin.