Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin 2023-10-06 14:53:57   ENQERE - Dayika Volkan Bora, Songul Bora di doza Semra Guzel jê tê darizandin de axivî û got: "Min dema îfade da leşkeran ji min re got 'bêje Semrayê vana kiriye, heke tu vana nebêje jixwe tu pîr e tu yê di girtîgehê de bimire."   Piştî hinek wêneyên di dosyaya lêgerînê ya sala 2017'an a Parlamentera HDP'ê ya berê Semra Guzel de serwîsî çapemeniyê hat kirin şûnde hedef hat nîşandan. Piştî parêzbendiya Guzel hat rakirin di 3'yê îlona 2022'yan de hat girtin. Danişîna 5'mîn doza Guzel li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Guzel ji Girtîgeha Kandirayê ya Jinan bi rêya Pergala Deng û Dîmen tev li danişînê bû. Gelek parêzer û kes beşdarî danişînê bûn.    'MIN XWEST LAWÊ XWE BIBÎNIM'    Şahida dozê Songul Bora bi rêya Pergala Deng û Dîmen ji Meletiyê beşdarî danişînê hat kirin. Bora da zanîn Semra û Volkan dergîstî bûn û ji bo ew lawê xwe Volkan bibîne çûye gel Semra û bi hev re çûne sînorê Şirnexê. Bora got ew çûne cihekî ku nizane û rojek şûnde Volkan dîtine û Semrayê pê re wêne girtiye. Bora da zanîn dema îfade daye leşkeriyê ew di bin zextan de bûye û got: "Min dema îfade da leşkeran, ji min re gotin 'bêje Semrayê vana kiriye, heke tu vana nebêjî jixwe tu pîrî, tu yê di girtîgehê de bimire."   Semra Guzel jî parastina xwe kir û got girêdana wê ya bi malbata Volkan re qet qut nebûye.    Parêzer Eylem Arzu Kayaoglu ya li Kandirayê li gel Guzel bû û da zanîn Songul Bora dema îfade daye cendirmeyan di bin zextan de bûye û got em wek parêzeran herî zêde bi zextên nehiqûqî rû bi rû dimînin.    Dozger da zanîn şertê kontrola edlî têr nake û xwest Guzel girtî bê darizandin.    Guzel li dijî daxwaza dozger axivî û anî ziman ku nehiqûqî ye ku ew ji ber wêneyekî girtî ye.    Piştî parastin û beyanan şandeya dadgehê biryara dewamkirina girtina Guzel da û xwest ewraqên kêm bên temamkirin. Şandeyê danişîna dozê taloqî 11'ê kanûnê kir.