Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin 2023-10-06 14:46:27 ENQERE - Prz. Kazim Bayraktar ê di Doza Kobanê de bal kişand ser nakokiyên di îfadeyên şahidan de, wiha got: “Civîna MYK’ê ne li navenda giştî li Egîtîm Sen’ê hate kirin. Heke senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin. Kesên ku pevbestîn çêkirine ne xwediyê wê zanebûnê ne.”   Rûniştina pêncemîn a danişîna 35’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.   Di danişînê de siyasetmedarê girtî Alp Altinors amade bû. Girtiyên jin jî ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Parêzer Kazim Bayraktar ê di danişînê de parastin kir, bal kişand ser beyranên şahidên nepen û vekirî yên di dosyayê de. Bayraktar, îşaret bi girteka ku beyanên yek ji şahidan Kerem Gokalp tê de cih digire kir û diyar kir ku di vê girtekê de ne diyare ku îfade ji bo çi hatiye girtin û ev yek li dijî hiqûqê ye. Bayraktar ê bal kişand ser nakokiyên di îfadeyên şahidan de, wiha got: “Civîna MYK’ê ne li navenda giştî li Egîtîm Sen’ê hate kirin. Heke senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin. Kesên ku pevbestîn çêkirine ne xwediyê wê zanebûnê ne.”   Dadgehê piştî parastinê navber da danişînê.