Sever: Dem dema azadiya Ocalan e 2023-10-06 10:45:35   ERZIROM - Endamê Meclisa Partiyê yê DBP’ê Abdurrahman Sever diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan welat hatiye tecrîdkirin û got: “Li dijî tecrîdê rolekî dîrokî dikeve ser milê her kesî. Dem dema azadiya Ocalan e.”   Girîgeha Girava Îmraliyê bûye Girava Agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ocalan di encama komploya navnetewî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi awayek dîlgirtî radestî Tirkiyeyê hat kirin, 24 sal in li Girava Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Ocalan 24 sal in di şert û mercên dijwar ên hepsê de tê ragirtin. 31 meh in tu agahî ji Ocalan û girtiyên li cem wî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîdî Yildirim nayê girtin.    Endamê Meclisda Partiyê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Abdurrahman Sever tecrîda li ser Ocalan nirxand û destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîdê berpirsiyariya dîrokî dikeve ser milê her kesî.    'ÊDÎ PÊWÎSTE BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’    Abdurrahman Sever destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tenê ne “pergala mehkûmiyetê” ye û got: “Tişta em jê re dibêjin tecrîd, tenê ne di nav çar dîwaran de hatiye rêsandin. Tecrîd bi awayekî giştî dixwaze jiyana derve û hundir ji hev qut bike. Ev babeta tecrîdê tenê kurdan eleqedar nake, di heman demê de Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn eleqedar dike. Di heman demê de gel û welat jî hatiye tecrîdkirin. Birêz Ocalan kengê peyaman bişîne û hevdîtin pê re pêk were wê çaxê aştî û demokrasî tê axaftin. Tecrîd li ser her deverê welat û tevahiya girtîgehan belav bûye. Îşkence û zilma li girtîgehên din nîşaneya tecrîdê ye. Ji bo xweşî û aramî çêbibe divê teqez tecrîd bê rakirin. Ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan rol û berpirsiyarek dîrokî dikeve ser milê her kesî. Rakirina tecrîdê tenê têr nake, pêwîste birêz Ocalan êdî bigihîje azadiya xwe û dem dema azadiya wî ye.”