Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê 2023-10-05 23:32:24   NAVENDA NÛÇEYAN - KCD'ê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha bang kir: "Em careke din diyar dikin ku divê hêzên demokratîk û hemû partî û saziyên Kurdistanî li dijî van êrîşên li ser destkeftiyên gelê Kurd pêk tên, helwesteke bi biryar nîşan bidin."   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da, diyar kir ku Tirkiye bi van êrişan hiqûqa navneteweyî binpê dike û ji bo rabûna li ber van çrişan bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên demokratîk, hemû partî û saziyên Kurdistanî kir.    Daxuyaniya KCD'ê bi vî awayî ye:   "Dewleta Tirk ji bo şert û mercên şerê navxweyî ku bi destên xwe afirandiye li ser sînor belav bike, li sedeman digere. Ligel daxûyaniya rêveberiya Rojava hewl dide ku bûyera li Enqereyê pêk hatiye bi Rojava ve girê bide, bi vê yekê dixwaze ku qadên xwe yên dagirkirinê berfireh bike, mînaka vê yekê jî dagirkirina Efrînê ye.   Daxuyaniyên hikûmeta Iraqê yên derbarê êrîşên ku piştî serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan a Başur pêk hatin jî tên paşguhkirin. Daxuyaniya Fîdan nîşan dide ku armanç destkeftiyên gelê Kurd e. Nêrînên hin rojnamevanên nêzî AKP’ê yên derbarê dagirkirina tevahiya herêma navbera Mûsil û Kobanê de jî vê yekê nîşan dide.   Îro jî TSK’ê plana xwe ya dagirkeriyê xistiye meriyetê û nexweşxane, tesîsên elektrîkê, bendav, bajar û gundên Rojava bombebaran dike. Rejîma faşist bi salan e êrişê gelên ku li Rojava di nav azadiyê de wekhev dijîn dike.   Lê belê gelê Kurd li dijî van êrîşên ku destkeftiyên gelê Kurd kiriye hedef wê serî netewîne, paş ve gav navêje. Wê careke din bi awayekî herî xurt cihê xwe di dîrokê de bigire û li her qadê têkoşîna xwe ya mezin nîşan bide. Bi ruhê Kobanê li dijî DAİŞ’ê û şirîke wê deskeftiyên xwe biparêze.   Em bang li hêzên navneteweyî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî dikin ku li dijî van êrîşên ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û li ser dijminatiya gelê Kurd  pêk tên, berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em careke din diyar dikin ku divê hêzên demokratîk û hemû partî û saziyên Kurdistanî li dijî van êrîşên li ser destkeftiyên gelê Kurd pêk tên, helwesteke bi biryar nîşan bidin."