Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir 2023-10-05 18:43:57       RIHA – Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê û Parlamentere Partiya Çepên Kesk ê Rihayê  Mithat Sancar li Rihayê serdana sazî û baroyê kir.    Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Rihayê yê Partiya Çepên Kesk Mîthat Sancar, tevî parlamenterên bajêr û rêveberên Partiyê li Rihayê çend serdan kirin.   Di çarçoveya serdanan de Sancar û kesên pê re ewil serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihayê kirin û bi rêyedarên Odeya Pîşesaziyê re civîneke girtî pêk anîn. Sancar piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin da çapemeniyê û wiha axivî "Hevdîtineke pir berhemdar bû. Em hem pirsgirêkên Tirkiyeyê hem jî li ser pirsgirêkên Rihayê sekinîn. Me her tim anî ziman ku ji bo çareser kirina pirsgirêkên bajêr em amade ne. Ji bo çareseriya  hemû pirsgirêkên Rihayê ji gelê Rihayê û saziyên sivîl ên Rihayê ve em ê bi hev re bixebitin û ji bo çareseriya pirsgirêkê çi ji destê me bê em ê bikin."   Piştî daxuyaniyê Sancar û kesên pê re serdana Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Rihayê  kirin. Di serdanê de li ser pirsgirêka kedkarên cameweriyê yên  ji peyvîrê dûrxistinê nîqaş hatin kirin û her wiha pirsgirêkên bajêr jî bi taybet hatin nîqaş kirin.   Piştî serdana li vir Sancar û kesên pê re serdana Baroya Rihayê kirin. Piştî Baroyê Sancar û kesên pê re serdana Besî OSB kirin û li wir jî bi rêveberên OSB ve hatin li cem hev. Di serdanê de Sancar derbarê pirsgirêk û xebatên wan de agahî girtin  û serdana cotgeha sewlan kirin.   Piştî serdanan bernameya Sancar a îro bi dawî bû.