Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin 2023-10-05 16:48:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Armîta Garawand ku nexwest dersokê girê bide, ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hate derbkirin û tedawiya wê ya li venihêrîna awarte didome. Dayika Garawand, Şahîn Ahmedî jî îro hate binçavkirin.    Armîta Garawand a 16 salî ku ji Kirmanşanê ye, ji ber nexwest dersoka bi darê zorê girê bide, ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hate derbkirin. Di encama tundiya hêzên rejîmê de Garawand kete komayê û niha li beşa venihêrîna awarte ya nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Dayika Garawand, Şahîn Ahmedî jî îro hate binçavkirin.    Hat destnîşankirin ku Ahmedî li dora Nexweşxaneya Fajr a ku keça wê dihat dermankirin hate binçavkirin. Nayê zanîn bê ka hêzên rejîmê bi ku de birine.    GEF LI HEVALÊN GARAWAND HATE XWARIN   Rewşa tenduristiyê yaGarawand hê jî giran e. Hat destnîşankirin ku komeke hêzên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Îranê çûne Akademiya Hunerê ya Arwa al-Wathqi û gef li hevalên Garawand xwarine ku têkildarî bûyerê tu parvekirinan nekin. Hat zanîn ku hêzên rejîmê ji xwendekaran re gotine ku tevî dîmenên Garawand, heke têkildarî bûyerê agahiyek were parvekirin dê encamên wan giran bin.